|
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- CHPê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbaza komkujiyê pêşniyar kiribû. Ji ber axaftina wî ya faşîzan, nerazîbûnên li dijî alîkarê serokê CHP'ê zêde dibin. Li gelek deverên Dêrsimê, wêneyên Oymen yên şibandî Hîtler hatin daliqandin..
Onur Oymen 10 Mijdar li Meclîsa Tirkiyê derbarê mijara pirsgirêk Kurd de li ser navê CHP'ê axaftinek kiribû û weke rêbaza çareseriyê jî, komkujiyên Dêrsim û Pîranê nîşan dabû. Ev daxuyaniya Oymen rê li ber rabûna hêrsa gelê Kurd vekir. Bi armanca şermezarkirin, li gelek deverên Dêrsimê, wêneyên Onur Oymen yê şibandî Hîtler hatin daliqandin..
Li binê wêneya jî bi zimanê Îngilîzî 'Wanted' û zaravayê Kurdî dimilkî 'Ney Kemî Saye', ango 'em li vî kesî digerin' hatiye nivîsandin.
Parlamenterê CHP’ê Onur Öymen ku di roja Sêşemê li Parlamentoya Tirkiyeyê rûniştina vebûna demokratîk de gotibû, “Şêx Seîdê binêrin, Dêrsimê binêrin, Kibrisê binêrin; ma kes li wê derê got, ‘bila dayik negirîn’ na negotiye, wêrekiya we ya hemberê terorê tune ye” û eve yek li Dêrsimê bû sedema nêrazîbûnên mezin.
Nûnerên Federasyona Dêrsimê Ewropayê, afîşên ki li ser “WANTED” bi wêneyê Öymen li kolanan hatîn daleqandin. Nûnerê Federasyonê Mehmet Gülmez û Şaredarê berê yê Dêrsimê Süleyman Kırmızıtaş afîşan deliqandin û wêneyên Öymenê şibandine Hîtlerê.
Mehmet Gülmez derbarê mijarê de daxuyaniyek da rojnamegeran û got, “Di dema me de cîhana modern berpirsên tevkujiyan dişîne darazê. Qetlîama 1938’an yê Dêrsimê pir mezin bû û ye Tevgera Şêx Seîd jî komkujiyên mezin çêbûn. Lê mixabin ev tevkujî ji hêla partiya qaşo sosyal demokrat CHP’ê ve pesnê van qetlîaman tê dayîn.”
Gülmez got, ew ji bo gera gorên kesên ku di wî qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bibînin dê biçin Gola Çeto û li wê derê daxuyaniyek çapemeniyê bidin. Gülmez got ew CHP û Onur Öymen şermezar dakin.hewildana kurd êşên kurdan kişandîn, polîtîkaya înkarê û zordarî vegotin. Parlementerê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs jî derbarê mijarê de li Meclîsa Tikriyê civîneke çapemeniyê pêk anî.
Halîs zîhniyeta komkujîparêz şermezar kir û ji ber ku li ser xwînê siyasetê dike, li dijî CHP'ê nerazîbûnek tûnd nîşan da. Halîs bi bîr xist ku Oymen gotiye, Emerîkayê di saetekê de 3 hezar kes kuştine û got: 'Ev gotin tê maneya hûn jî bikujin'. Halîs anî ziman ku sedema vê zîhniyetê, navenda rêveberiya giştî ya CHP ye û ji kurdên nav CHP'ê xwest ku li ser xwînê siyasetê nekin.
Rêxistinên elewî û Platforma hunermendan jî di nav de, wê girseyeke qelebelix çelengeke reş deyne ber avahiya CHP'ê ya navçeya Stenbolê Beyogluyê.
Çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê yên binavê "Hefteya Aştiyê" doh êvarê bi meşekê bidawî bû..Xwendekaran di çalakiyê de, Onur Oymen ê CHP'yî protesto kir û ji bo zarokên Kurd yên di girtîgehan de, name şandin..
Xwendekaran her weha li dijî Cîgirê Serokê CHP'ê Onur Oymen ê li Meclîsa komkujiya Dêrsimê were rêbazê çareseriyê nişan dan, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Çalakgeran wêneyên Oymen yên şibandibûn Hîtler bi nivîsa Gestapo hilgirtin û helwesta nijadperest ta CHP'ê şermezar kirin. Di meşê de, bê navber sloganên "Kurdistan wê bibe gora faşîzme" û "Ji Kurdan re azadî" hatin gotin.Piştî meşê ciwanan ji zarokên Kurd yên girtî re name şandin. Paşê daxuyaniya çapemeniyê bi zimanên Kurdî û Tirkî hat dayîn.. CHP’ê ji Kurdistanê tune bikin
Nivîskar Haydar Işik li ser navê Cemiyeta Vejîna ya Dêrsimê daxuyaniyek da çapemeniyê û gotinên Onur Oymen bi tundî şermezar kirin. Işik bangî parlamenterên elewî yên jî lîsteya CHP’ê hatine hilbijartin kir ku ji vê partiyê îstîfa bikin. Nivîskar Haydar Işik li ser navê Lijneya Rêveber a Cemiyeta Vejîna Dêrsimê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku nêrîna partiyên dewletê ya derbarê gelê kurd de bi van daxuyaniyên nîjadperst aşkera bûye.
Işik wiha got: “CHP’ê bi salan elewî wekî depoya dengan bi kar anîn. Lê bi daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen derket holê ku CHP li hemberî gelê kurd û elewiyan dijminatiyeke çawa dike... CHP partiyeke şerxwaz e. Dengên ku ji vê partiyê re bên edayîn guleya li hemberî gelê kurd û elewiyan tê teqandin e. Dema Onur Oymen ev hevok bi kar dianî Kemal Kiliçdarogluyê CHP’î li parlamentoyê dowîza ‘Kalê min em li pey tene’ vekiribû... Ev helwest tê wateya daxwaza ji bo dubarekirina qetlîama Dêrsimê.” Işik bangî parlamenterên ku ji lîsteya CHP’ê hatine hilbijartin kir ku ji vê partiya nîjadperest îstîfa bikin. Işik di dewama gotinên xwe de bangî gel ku CHP bi tevahî ji Kurdistanê tune bikin.
Divê ji siyasetê bê bidûrxistin
Halîs gotinên Necîp Fazil Kisakurek ên wekî ‘Di vê komkujiyê de herî kêm 50 kesên bê sûc û bê guneh hatin kuştin’ bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Kesekî wekî Îhsan Sabrî Çaglayangîl ku demekê wezîrê karê derve bû dibêje ku me ew wekî mişkên jehrkirî kuştin. Ev gotinên wî di roportaja wî ya sala 1986’an de cih digire. Lewre generalê berê Muhsîn Batur jî dema ku bîranînên xwe dibêje van gotinan tîne ziman, ‘dê ji vê bûyerê qet şerm nekin.”
Oymen jêrhişa CHP’ê vegot
Serokê DTP’a Dêrsimê Velî Haydar Guleç, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsimê Yusuf Cengîz, Nûnerê ESP’ê yê Dêrsimê Alî Ekber Kaya û Nûnerê ÎHD’ê yê Dêrsimê Bariş Yildirim li hemberî gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûna xwe anî ziman û got ku ev gotin jêrhişa CHP’ê ya faşîzan vedibêji. (ajansan)
© HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment