| |
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî înkara iû hewlên tune kirina 87 salan a gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve bi saya têkoşîna dûr û dirêja gelê Kurd de pirsgirêka Kurd bi avayekî fermî cara pêşî hate rojeva meclîsa Tirk. Ji damezrandina komara Tirkiyê û vir ve, cara yekemîn e, pirsgirêka Kurd li meclîsê tê nîqaşkirin. Meclîsa Tirk bo nîqaş kirina projeya çareseriya pirsgirêka Kurd ya hikumeta AKP a kom bû. Di vê roja dîrokî de hêviya gelê Kurd eve ku êdî li şûna zihniyeta berê ku kerî tiştek nehatiye divê êdî rastiya hebûn û pirsgirêkên gelê Kurd bêne qebûl kirin û çaerseriyên pêwîst were rojevê. Axaftina pêşî Wezîrê Karên Hundir a dewleta Tirk Atalay kir û îtîraf kir ku Makezgonê bersivê nade daxwazên civakê. Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay di axaftina têkildarî hewildana kurd kirî de, gavên avêtine ji parlementeran re vegotin. Atalay diyar kir ku Makezagon bersivê nade daxwazên civakê û hewceyî bi makezgonek azadîxwaz, pir rengî û demokratîk heye. Hevserokê DTP'ê jî di axaftina xwe de polîtîkaya înkarê vegot û banga azadiyê kir. Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk di parlamentoyê de li ser hewildana kurd êşên kurdan kişandîn, polîtîkaya înkarê û zordarî vegotin. Turk banga azadiyê kir û wiha got: "Îro em hene, sibê em dê nebin. Lê gelên me dê tim hebin. Ji bo ku gelê me, me bi rêzdarî bi bîr bînin werin da vê pirsgirêkê çareser bikin." Projeya AKP daxwazên gelê Kurd dûr e Di serî de tîpên Q,W,X gelek qedexeyên dewleta tirk, gelê kurd bi têkoşîna xwe bê wate hiştine. Praniya xalên ku hatine destnîşankirin ‘qedexeyên dewletê yên ji bo xwe ne’. Dewleta Tirk mijarên ku ji bo Kurdan pir girîngin wekî perwerdeya bi Kurdî, xweserî an jî federalî, sekinandina operasyonên hemberî gerilayên PKK naxwaze ku gavan bavêje.
Hate hîn bûn ku dewleta Tirk tenê berfirehtir kirina serbestiya tv û radyoyên kurdî û paşve vegerandina navên Kurdî ên gund û navçeyan amadekariya gavan dike.
Hikûmeta tirk li ser hin xalên sembolîk ên wekî; paşdedayina navê gund û navçeyan, li Unîversîteya damezrandina beşê ziman û edebiyata kurdî, rêlibervekirina tv’yên taybet û weşana kurdî û bicihkirina personalên kurdîzan di daîreyên dewletê de sekiniye û di van mijaran de dixwaze gavan biavêje.
Di pêşniyar û xebata hikûmeta tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê de gavên cîdî xuya nakin, tenê hin gavên sembolîk ku ew jî di praktîkê de hene. Wekî tê zanîn gelek tiştên ku behsa wan tê kirin ji xwe fiîlê pêk hatine. (HAWAR NET.com / ajansan)
© HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment