| |
SÊRT, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Pîra 83 salî Kumru Korhan, ku bi hinceta di ziyareta girtiyan a Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi îdîaya "Maxalefeta li dijî meş û xwepêşandana ya hêjmar 2911'an" kiriye doz hatibû vekirin û salek û 6 meh ceza lê hatibû birîn hate girtin. Xizmên Korhan, bi riya ÎHD'ê bang li rayedaran kir û xwest Korhan zû serbest bê berdan.
Derbarê Pîra 83 salî ya bi navê Kumrû Korhan bi îdîaya "Muxalefetî li dijî zagona hêjmar 2911'an a meş û xwepêşandanan kiriye" doz lê hate vekirin û salek û 6 meh ceza lê hate birîn hate girtin. Korhan, bi boneya biçe ziyareta xizmên xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, di dema pirsiyariya nasnameyê de ji aliyê cendermeyan ve bi hinceta biryara girtinê heye hate binçav kirin. Piştre Korhan, birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê û şevekê li Midûriyetê di binçav de ma.
Piştî ku cezayê korhan teqez bû, hate girtin û şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Parêzera Korhan Roja Aslan, diyar kir ku piştî cezayê Korhan li Dadgeha Bilind hatiye erêkirin derbarê wê de biryara girtinê hatiye girtin. Aslan, da zanîn ku ew dê ji Îdareya Girtîgehê belgeya ku Korhan zêdeyî 65 salî ye derxin û ji bo Korhan serbest bê berdan dê têkevin nava hewildanan.
Xwarziyê Korhan Musa Korhan bertek nîşanî girtina meta xwe da û diyar kir ku gelek nexweşiya meta wê hebûn. Korhan, da zanîn ku hefteyek berê meta wê ji çavê xwe de ameliyat bû û wiha got: "Girtina pîra 83 salî eyba Tirkiyeyê ye. Di doza Necmettîn Erbakan, Ergenekon û gelek dozên din de gelek leşker bi hinceta tenduristiyê serbest têne berdan, lê meta min şandin girtîgehê. Ev yek li dijî hiqûq û edaletê ye."
'Eleqeya ji bo bersûcên Ergenekonê tên nîşandin, bila ji kurdan re jî nîşan bidin'
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin jî, diyar kir ku di pêvajoya ku hewldanên demokratîk tên nîqaşkirin de jina 83 salî ku pirsgirêkên wê yên tendûrsitiyê ên cidî hene tê girtin rewşek xeternak e. Aydin, destnîşan kir ku ev rewş rewşa hewldanên vekirinê radixe berçavan û wiha got: "Li cihên çareserkirina pirsgirêka kurd a
| Girêdan |
demokratîk, binpêkirina mafan tê jiyîn. Eleqeya ku nîşanî bersûcên Ergenekonê dikin, lazime nîşanî tevahî girtî û hikumxwaran bike. Ji ber wê jî jina 83'ê Kumru Korhan ku hatine girtin bê efûkirin, an jî cezayê wê bê talopkirin. Em li vir di serî de bang li Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Erdogan û tevahî rayedaran dikin ku Korhan, berdin.
'Lê Tirkiyeyê cudakarî heye'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kûnteş jî diyar kir kû li Tirkiyeyê cudakarî hêj jî didome û kesekî 83 sali bê girtin cudakariya li hemberî kurda baş dide xuya kirin. Kûnteş, wiha got: "Demak ku kurd be pîr, kal,nexweş, seqet ferq nake kîbe bila bibe di girine binçavan û tê girtin. Pêşveçûnên di demên dawî de li Tirkiyeyê pêk tên belevajî pêvajoyêne. Em dixwizin ku ev cudatiye ji holê bê rakirin."
Çîroka Kumru Korhanê
Kumru Korhan di sala 1926'an li Navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê û ji 8 xwîş û birayan ya herî pûçûk e. Korhan, di zarokatiya xwe de bavê xwe winda dike. Korhan bi birayekî xwe re tenê mezin dibe û heye sala 1990'ê jiyanekî koçber dijîn. Pişti birayê wê zewicî cem birayê xwe dimîne. Pişti birayê wê jiyana xwe ji dest da jinbiraya wê ew qebul nekir û hate cem pismamê xwe yê li Êlihê. Korhan, ev 8 sale li Êlihê dijî.. (dîha)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment