Friday, November 13, 2009

HEVDÎTINA BI OCALAN RE PARÊZER LI ÎMRALIYÊ BÛN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Îmraliyê bûn.. Hat zanîn ku hevdîtina bi Ocalan re pêk hatiye.... Ji parêzerên Ocalan, Mehmet Sanî Kızılkaya, Ömer Güneş û Mehdî Öztüzün, ji bo hevdîtinê, îro danê sibê çûn navçeya Bursayê Gemlîkê... Piştî kar û barê rûtîn li fermandariya cendermeyan, parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn..... Çarşema bihûrî, bi bahaneya rewşa hewayê ya nebaş, hevdîtin hatibû astengkirin... Rêberê Gelê Kurd Ocalan di hevdîtia 4'ê Mijdarê de , derbarê nîqaşkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsê de peyam dabûn.. Ocalan gotibû : "divê Meclîs pêşiya aştiyê veke û biryara çareseriya siyasî ya demokratîk bide. Em dixwazin rê li xisar û êşên nû bigirin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment