Friday, November 13, 2009

IHD'Ê JI BO ÇARESERIYÊ BANG KIR

IHD'Ê JI BO ÇARESERIYÊ BANG KIR

Der barê pirsgirêka Kurd de îro rojeke zor li pêşiya parlementa Tirkiyê ye.

Îro di heman demê de, roja îmtîhana demokrasiyê ji bo meclîsa Tirkiyê ye...

Belê her kes meraq dike, gelo meclîsa Tirkiyê wê çareseriyeke demokratîk û aştiyane biafirîne, yan jî wê di siyasetên înkar û tesfiyekirinê de israr bike..

IHD'Ê JI BO ÇARESERIYÊ BANG KIR
Şaxê ÎHD'a Stenbolê doh li meydana Galatasarayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Seroka Şaxê ÎHD'ê Gulseren Yolerî ji bo bi berpirsiyariya xwe bicih bînin, bang li parlementerên parlementa Tirkiyê kir.

Di peyamê de weha tê gotin: 'Di serî de pirsgirêka Kurd, divê hemû pirsgirêk bi rêyên demokratîk û di çarçoveya mafê mirovan de bên çareserkirin.'

MEYA-DER: EM ÊŞAN BIKIN HEVPAR
Li navçeya Şirnexê Slopyayê jî endamên Meya-Derê daxuyaniyek dan.

Aktîvîstê MEYA-DERê Kadir Kunur got, ew destekê didin komên aştiyê yên hatine tirkiyê.

Kunur her weha bang li gelê Tirk jî kir da ku pêvajoyê veguherînin pêvajoya aştî û biratiyê.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment