Friday, November 13, 2009

DAXUYANIYÊN OCALAN

DAXUYANIYÊN OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, berî ku pisgirêka kurd li meclîsa tirk were guftugokirin, di 4'ê Mijdarê de peyamnên girîng dabûn.

Ocalan gotibû: "divê Meclîs pêşiya aştiyê veke û biryara çareseriya siyasî ya demokratîk bide."..

Ocalan, bang li hukûmeta AKP û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî kiribû û gotibû:

Eger tu vê pirsgirêkê çareser nekî û dîsa weke 7 salên xwe yên dawî tevbigerî, wê dawiya te jî bibe ya wekî Ozal.

'EGER ERDOGAN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NEKE Û DEMOGAJIYÊ BIKE,
WÊ DAWIYA WÎ JÎ BIBE MÎNA DAWIYA OZAL'

Rêberê gelê kurd Abdullah Öcalan, di hevdîtina xwe ya 4'ê Mijdarê de, derbarê pirsgirêka Kurd de peyamên girîng dan.

Ocalan got, bila kes hewl nede PKKê ji hev bixe, û banga çareseriyê li dewletê, û hukûmeta AKPê kir û bi van gotinan rewşa serokomarê berê Ozal anî bîra serokewezîrê Erdogan:

"Eger tu vê pirsgirêkê çareser nekî, û weke heft sal in ti dikî, dîsa pirsgirêkê di ser guhê xwe re bavêjî, û jidil tevnegerî, rewşa te jî, wê bibe mîna ya 48 saetên dawî ya Serokokomarê berê Turgut Ozal.
Dibêjin Amerika destekê dide AKPê, lê belê divê were zanîn ku rewşa we ji ya Ozalê bi Amerîkayê re di nava têkiliyê de bû, ne baştir be. Ji ber ku berî hertiştî AKP xwedî nasnameyeke îslamî ye, rewşeke Ozal a wisa tunebû. Amerîka vê nasnamayê zêde teqdîr nake. Dawiya Ozal tê zanîn. Gava Ozal di çareseriya pirsgirêka kurd de rola ku DYEyê dabûyê bi cih neanî, û hêza wî têrê nekir, hat tesfiyekirin. Ozal nemir, ew hat kuştin. Rewşa AKPê jî dişibe ya wî."

'EM DIXWAZIN RÊ LI ÊŞÊN NÛ BIGIRIN
DIVÊ PARLEMENA TIRKIYEYÊ JÎ BIRYARA AŞTIYÊ BIDE'

Öcalan civîna li meclîsa Tirk pêk were jî bi bîr xistibû û ji serokwezîr û serokomar xwest ku wêrek tevbigerin.

"Divê ev pirsgirêk di rojeva parlemenê de were guftugokirin û çareserkirin. Divê parlemen biryara aştiyê bide û ji aştiyê û çareseriya siyasî ya demokratîk re rê veke. Em dixwazin pêşî li windahî û êşên nû bigirin. Ev 16 sal in min ev biryar daye û ji bo vê yekê têdikoşim. Em dibêjin, aştî dikare pêk were. Cengiz Çandar jî berê nivîsandibû. Ozal ji Çandar re gotibû 'çareserkirina vê pirsgirêkê deynê stûyê min e, deynê gel ê di stûyê min de ye.' Ez dibêjim ji bo xatirê rêzgiriya ji bo Ozal be jî, divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Der barê bêçekkirin û arastekirina PKK'ê ber bi pêvajoya aştiyê, min xwe îkna kiriye. Ez guherîm, em guherîn. Me xwest em pirsgirêkê bi Ozal re çareser bikin, lê belê nebû. Dîsa ji ber ku me nekarî bi Erbakan re jî çareser bikin, ez xemgîn im. Wî jî xwest çareser bike lê belê di encamê de tê zanîn ku her du lîder jî ji aliyê hin hêzan ve hatin tesfiyekirin. Niha AKP heye. Eger AKP jî çareser neke, ewê tesfiye bibe. Ew pir jî ne meraqdarên AKPê ne. Û ez dikarim bi rihetî bibêjim ku, niha alternatîfa AKPê amade dikin, divê ev yek were zanîn."

'DI PÊVAJOYA VÊ ZIVISTANÊ DE EGER AŞTÎ PÊŞ NEKEVE
BI BIHARÊ RE ŞERÊN PIR DIJWARTIR DIKARIN BIQEWIMIN'

Öcalan hişyariyek jî kir û got "eger di pêvajoya vê zivistanê de aştî bi pêş nekeve, bi hatina biharê re şerên pir dijwar wê karibin rû bidin. Divê hukûmet û dewlet biryara aştiyê bide. Eger biryara aştiyê dernekeve, wê daxwazên alîgirên şerê navxweyî bicih bên."

Ocalan, herwiha got, bi anîna kesên ji tevgera azadiyê veqetiyane, Türkiye wê nikaribe ne pirsgirêkê çareser bike, ne jî PKKê tesfiye bike.

'LI GEL KESÊN JI TEVGERA AZADIYÊ REVIYANE
WÊ LÎSTIKA JIHEVXISTINA PKK'Ê NEÇE SERÎ'
Ocalan got: "Anîna wan kesên reviyayî, belkî jî baştir be, ji ber ku bi vî awayî wê derkeve holê ka kesên çawa ne û rûyê wan wê derkeve holê û wê diyar bibe ka ew pêlîstokên kê ne."

Ocalan wiha dewam kir:
"Divê Tirkiye zanibe ku bi bikaranîna bêbextan nikare bigehêje ti encamê. Bila hewl nede bi rêya Barzani û Talabani jî PKKê tesfiye bike. Wekî wan, li Bedlîs û Agiriyê hin holdîng ava kirine. Dikarin bi milyonan dolaran hin kurdan bi xwe ve girê bidin. Lê belê ewê nikaribin tesîrê li hemû kurdan bikin, kurd ti caran wê ji têkoşîna xwe ya azadiyê û ji rûmeta xwe venegerin. Li Başûr li çar parçeyan kurd li ser piyan in, xwedî helwesteke bi biryar û birûmet in. Ev lîstik binî nagire, ev lîstik wê bi herkesî bide windakirin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment