Saturday, November 14, 2009

Komîsyona Çareseriyê pêşniyar kir


Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk di parlamentoyê de bangewaziyeke dîrokî pêk anî: “Îro em hene, sibê em ê nebin.

14/11/2009

Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk di parlamentoyê de bangewaziyeke dîrokî pêk anî: “Îro em hene, sibê em ê nebin. Lê gelên me dê tim hebin, ji bo ku gelên me, me bi rêzdarî bi bîr bînin werin da vê pirsgirêkê çareser bikin.” Turk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd komîsyonek ji nûnerên partiyên ku di parlamentoyê de temsîliyeta wê heye pêşniyar kir. Turk ligel ku piştgirî da hewldana çareseriyê, ji ber ku hikûmet gavên şênber naavêje rexne kir. Turk got dijderketina hewldana çareseriya demokratîk û aştiyane israra şer û mirinê ye.
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk di danişîna taybet a Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji ber ‘hewldana çareseriya pirsgirêka kurd’ de axivî û peyamên siyaseta kurd ên ji bo çareseriyê bi zimanekî zelal anîn vegotin.
‘Gelê me gelek êş û jan jiyan e’
Turk di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew nîqaşkirina pirsgirêka kurd a di bin banê parlamentoyê de bi girîngî dinirxînin û diyar kir ku hê jî navê vê pirsgirêkê lê nehatiye kirin. Turk wiha got: “Guman pê re nîn e ku ev pirsgirêk, pirsgirêka herî giran, girîng, herî zêde jan dayî û bûye sedemê windayiyan a Tirkiyeyê ye. Ji ber hindê em pirsgirêka herî dramatîk û her wiha herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd diaxivin.”
Turk derbirî ku pirsgirêka kurd ji ber şaşî û polîtîkayên tundîparêz ên dewletê hatiye asteke ku çareseriyê dixe zorê û got: “Bêguman aliyên vê pirsgirêkê yên têkildarî pergal û hevsenga hêzên navneteweyî jî hene. Ne mimkûn e ku pirsgirêka kurd ji hevsengên navneteweyî azade bê fikirin. Lê divê Tirkiye vê pirsgirêkê bi dînamîkên xwe yên navxweyî çareser bike.” Turk di dewama van gotinên xwe de bal kişand ser polîtîkayên neo-lîberal û diyar kir ku polîtîkayên neo-lîberal bandoreke neyînî li ser jiyana civakî kiriye.
Turk di axaftina xwe de bi bîr xist ku Tirkiye di bin bandora hêzên navneteweyî de maye û di çarçoveya polîtîkayên kapîtalîzmê de çareseriya pirsgirêkan têkildarî pirsgirêka ewlehiyê di nirxîne û wiha pê de çû: “Noqteya girîng ew e ku kîjan nêzîkbûn xizmetî pergala navneteweyî dike? Hûnê bi înkar pirsgirêka kurd û cudahiyan an jî bi pêşxistina demokrasiya li welat, ewlekirina mafên demokratîk ên welatiyan xizmetî vê pergalê bikin?”

Hem şahid in hem jî mexdûr
“Rastiya pirsgirêka kurd û şerê ku di encama vê pirsgirêkê de derketiye holê tim şaş hatiye nirxandin. Ev şaşî bi beşeke girîng a civakê jî dane qebûlkirin. Bi navê ‘têkoşîna bi terorê re’ raya giştî hatiye xapandin û bi vê yekê şerekî nepenî hatiye meşandin. Hiqûqa OHAl û rêveberiya zordestiyê wekî hincet hate nîşandan û qetilkirinên faîlên wan nediyar, îşkence, înfaz, di bin çavan de windakirin, şewitandina gundan, binçavkirinên neheq û girtin hatin veşartin.” Turk piştî kirinên dewletê yên li bakurê Kurdistanê rêzkirin wiha got: “Yên li vê herêmê dijîn, hem şahid û hem jî mexdûrên van kirinan in.”

Ji bo CHP’ê çi got?
Hevserokê DTP’ê Turk hevrebûna gelên tirk û kurd a dîrokî rêzkirin û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê. Turk wiha got: “Serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê rast ne hatin nirxandin. Ji bo ku pergala têkçûyî ji nû ve bê sazkirin qetlîam û zordeyeke ku nayê lêvkirin pêk hat. Gelo bi vê rêbazê pirsgirêk çareser bû?” Turk bêyî ku nav bide gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen îşaret kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Yên ku îro jî vê hişmendiyê diparêzin hene. Divê ev yek bi zelalî bê dîtin. Ev hişmendî dê êdî nikaribe heman êş û janan bi gelê me bide jiyîn. Yên ku polîtîkayên înkar û îmhayê pêşniyarî hikûmetê dikin dê hesaba vê yekê bidin gel.” Turk bi bîr xist kanê çemê Minzurê çawa xwîn herikî û tehrîba vê yekê ya di jêrhişa gel de anî ziman.

‘PKK sebeb nîn e, encam e’
Turk polîtîkayên hikûmetê yên di çarçoveya tasfiyekirina PKK’ê de hatiye plankirin jî rexnekirin û got ku PKK ne sebeb, encama pirsgirêka kurd e. Turk propagandaya bi şêwayê ‘biratiyê’ têkirin bi bîr xist û gotinên Wezîrê Edaletê yê demê Mahmut Esat Bozkurt ên ‘Tirk, tekane efendî û xwediyê vê welatî ne’ ku di 21’ê îlona 1930’ê de kiribûn bi bîr xistin û got ji biratiya bi kurdan re ev hatiye fêmkirin. Ji Rapora Şerqê ya Îsmet Înonu ya 1935’ê, gotina Cemal Gursel a ‘Kî ji we re bêje hûn kurd in, tifbikin rûyê wan’ û gotina Wezîrê Karên Hundir ê demê Coşkun Kirca yên ‘Li vî welatê yên ku ne tirk bin bitenê mafê wan ê bêdengiyê heye’ ku di 1994’ê de kiribûn bi bîr xistin.
Turk piştî van gotinan pirseke dîrokî kir: “Yek derkeve bêje li ser rûyê dinyayê zimanekî bi navê tirkî nîn e, hûnê çi bikin? Heke hûn li hemberî vê neheqiyê dernekevin gelo hûnê rûmeta xwe bikaribin biparêzin? Bawerim, ev fikr jî ji bo hêrsbûna hinan ji we têr dike. Belê em vê trajediyê bi salan e dijîn.”

Ji polîtîkaya hikûmetê çi got?
Hevserok Turk zext û zordariya li ser gelê kurd tê meşandin bi mînakan rêz kir û gotina xwe bi ser donamdina operasyon de bir û çi encam hatine girtin, pirsî. Turk xwedîlêderketina gelê kurd a li hewldanên çareserî û aştiyê bi bîr xist û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me heke em bi awayekî rast hevrû paşroja xwe nebin, em ê di pêşerojê de baweriyê bi hev neyînin.” Turk di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelên kurd û tirk pirsgirêkê bi hev re najîn û got ku gelê kurd dizane ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ji aliyê gelê tirk ve nayê parastin.
Turk derbirî ku bi hinceta ‘ewlehî nîn e’ razemenî li Kurdistanê pêk nehatiye û got ku di demê pevçûn neyî de jî dewletê razemenî li Kurdistanê pêk neaniye. Turk anî ziman ku tekane riya çareseriyê sazkirina pergaleke demokratîk e û wiha got: “Xwe îfadekirina nasname, ziman welat parçe nake. Berovajî vê yekê dê yekgirtinê xurt bike. Divê tu kes cudahiya nasnameyan wekî bingehê parçebûnê nebîne û wisa nîşan nede.”
Turk di dewama gotinên xwe de gotin anî ser ‘hewldana çareseriya pirsgirêka kurd’ û got, ‘ji ber ku ji rêbazên paşverû qutbûn çênebûye pêşketin çênabe.’ Turk wiha got: “Hişmendiya siyasî ya ku mafê perwerdehiya zikmakî wekî parçebûna welat dinirxîne, mimkûn e ku bêje me dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berda ye? Hikûmet divê xwe zelal bike û cidî nêzî vê pirsgirêkê bibe. Em dibêjin êdî bes e. Em êdî helwestên ku vê nakokiyê deralî dikin dixwazin bibînin.”

‘Pêvajo hatiye xitimandin’
Turk got ku pirsgirêka kurd bi zimanê tirkî re nîn e û bûna zimanê yê fermî yê dewletê ne pirsgirêk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wekî Partiya Civaka Demokratîk ji destpêkê heta niha piştgiriyê didin vê pêvejoyê. Ligel ku tu projeyên şênber ên hikûmetê nîn in jî me hêviya xwe winda nekiriye.
Hevserokê DTP’ê Turk derbirî ku israra Hikûmetê ya ji bo operasyonan pêvajo aniye asta xitimînê û wiha pê de çû: “Baweriya me bi vê yekê heye: Heke helwesteke cidî ya ji bo çareseriyê bê nîşandan, çek dê di nava 3 mehan de ji rojeva Tirkiyeyê derbikevin. Di vê pirsgirêkê de dibe ku yên kezeba wan neşewitî, tiştek li wan nebûyî rehet tevbigerin! Lê mafê tu kesî nîn e ku pirtir êş û janan bi me bidin jiyîn. Ji niha şûnde ev mafê tu kesî nabe.”
Tirk bang kir ku siyaset pirtir vî barî bigire ser xwe û pêşniyarên ji bo çareseriyê rêzkirin: “Ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê, pêşniyara me ew e ku ji nûnerên partiyên di parlamentoyê de temsîliyeta wan heye komîsyonek bê avakirin... Komîsyona ku dê bê avakirin bila dîroka hatiye berovajîkirin sererast bike û rastiyan derbixe holê. Heqîqetan vekole û li kû çi xeletî hatiye kirin derbixe holê. Komîsyona ku dê bê avakirin bila danûstandina wan a bi rewşenbîran û re jî hebe.”

Banga dîrokî
Turk di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiye heke pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bike dê bile welatê serkêş ê Rojhilata Navîn. Divê baş bê zanîn ku yên dibêjin em ê pirsgirêka kurd bi rêbazên leşkerî çareser bikim xizmetî neçareseriyê dike. Baweriya me ya ji bo aştiyê heye. Bi saya mafdarî û meşrûbûna xwe em ê serkeftî bin. Banga me ji bo muxalefet û îktîdarê ew e ku bi cisaret nêzî vê pirsgirêkê bibin û dest ji polîtîkayên xapandinê berdin. Li hemberî dîrokê cîhgirtineke bi rûmet ji bo her siyasetmedarî nabe qismet. Werin em tev vê rûmetê parvebikin û ji bo zarokên xwe pêşerojeke aram û aştiyane diyarî bikin. Îro em hene, sibê em ê nebin. Lê gelên me dê tin hebin. Em ê yan bi minet yan jî bi lanetê bêne bibîranîn. Werin em tev berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Van pirsgirêkan çareser bikin ku nifşên pêş me bi rêzdarî bi bîr bînin.” ENQERE

Ji axaftina Turk xalên bingehîn
- Pirsgirêka kurd ji ber ku aliyên wê yên têkildarî geşedanên navneteweyî hene, bêyî ku ev alî neyên dîtin çareser nabe. Lê divê çareserî bi dînamîkên navxweyî re pêk bê.
- Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd komîsyonek ji nûnerên partiyên ku di parlamentoyê de temsîliyeta wan heyî pêk tê bila bê sazkirin.
- Ez di wê baweriyê de me heke em bi awayekî rast hevrû paşeroja xwe nebin, em ê di pêşerojê de baweriyê bi hev neynin.
- Hiqûqa OHAL û rêveberiya zordestiyê wekî hincet hate nîşandan û qetilkirinên faîlên wan nediyar, îşkence, înfaz, di bin çavan de windakirin, şewitandina gundan, binçavkirinên neheq û girtin hatin veşartin. Yên li vê herêmê dijîn, hem şahid û hem jî mexdûrên van kirinan in.”
- Baweriya me bi vê yekê heye: Heke helwesteke cidî ya ji bo çareseriyê bê nîşandan, çek dê di nava 3 mehan de ji rojeva Tirkiyeyê derbikevin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment