Saturday, November 14, 2009

Li Mexmûrê polîtîkayên şerê taybet


Roja 10’ê mijdarê li ser ‘çareseriya hewildanên demokratîk’ (vekirina demokratîk) li parlamentoya Tirkiyeyê nirxandin hat kirin. Di komcivîna parlamenê de xwîn ji axaftin û nirxandinên hin parlamenteran diherikî.

14/11/2009

HEQÎ BOLTAN
Roja 10’ê mijdarê li ser ‘çareseriya hewildanên demokratîk’ (vekirina demokratîk) li parlamentoya Tirkiyeyê nirxandin hat kirin. Di komcivîna parlamenê de xwîn ji axaftin û nirxandinên hin parlamenteran diherikî. Ev derdor xwedî helwesta diyar bûn û ji xwe wan jî didûliyeke biçûk rûyê xwe yên tevkuj careke din nîşan dan. Lê mijara esasî beşa din bûn. A ku digot em li dû çareseriya demokratîk in. Mijara wan bi taybetî valakirina Wargeha Mexmûrê ye. Mijara taybet a vê danişîna parlamenê jî valakirina Wargeha Mexmûrê ye.
Bi min ev mijar balkêş û nirxadina wê ya li Parlamena Tirkiyeyê ne tişteke ji rêzê ye. Yanî ev ne tiştekî mehsûmane ye. Di pêşiya vê de, di peyiya vê de, di der dorê vê de wek ku pir tişt hebin!
Ji bo ku ev tiştên ne mehsûmane ên di nav vê helwesta kohne de hene derkevin holê bersiva pirsa “Çima Mexmûr?’ girîn e.
Belê çima Maxmûr? Lê ne çima tiştekî din?
Çima bi milyonan penabêrên kurd ên diyasporayê nabe mijara danişîna parlemena tirk? Çima tenê 11 hezer penaberên Mexmûrê dibin mijara danişîne parlemena tirk? Çima bi milyonan kurdên penaber ên li metropolan nabin mijara danişîna parlemena tirk û Mexmûr dibe mijar?
Gelo bi milyonan kurdên penaber ên navxweyî yên bê mal, bê star, bê debar nabin mijara parlemenê lê penaberên Mexmûrê dibin mijara danişînê.
Heke sedem xizanî be penaberên ku ji Mexmûrê xizantir bin hene û pir in. Heke sedem tinebûna starê be penaberên ku bi salane stareke wan nîn e û di zivistanên reş û dirêj de di bin konên naylonî de dijîn ne hindik in. Rewşa penaberên diyasporayê jî li holê ye û ne hewceye mirov vê vebêje. Kin û kurmancî ji welatên xwe yên şêrîn bi dehan salan in hatine durxistin.
Lê di van mînakan de jî me bersiva ‘Çima Mexmûr?’ negirt.
Belê Çima Mexmûr?
Bersiva vê pirsê, xisûsyeta Mexmûrê de bi xwe ye. Taybetiyeke Mexmûrê heye ku bala her kesî kişandiye. ‘Mexmûrî’ roja ji cih û warê xwe ji ber zilm bû zora dewleta tirk derketin heta îro di kontrola PKK’ê de bû ceribandina avasaziya civakî. Li Mexmûrê endazyariyeke civakî pê hat. Li Mexmûrê endezyariyeke civakî hat ceribandin. Li wê çand û zimanê kurdî di pêşengiya siyasî û rêveberiya herêmî ya Mexmûrê de dest bi jiyana nûjen kir.
Bi ser ket. Zarokan bi zimanê zikmakî dest bi perwerdeyê kirin. Zarokên kurd bi zimanê zikmakî perwerda sereteyî kuta kirin û dîplama standin. Dibistana navîn û lîse jî bi serkeftî qedandin. Zanîngeh jî xwendin û bûn xwedî kariyera akademîk. Belê ev serkeftin bû navenda zêrandina civaka kurd. Ew kurdên ku Mexmûr dît û şopand feyza wan ya ji bo kurdî hilpekiye.
Gotin Mexmûr madela jiyana min a kurd e.
Pergala paşeroja min a kurd e.
Belê li Mexmûrê hemû teorî û tespîtên fermî yên pergala tirk hatin pûçkirin. Kurdan li Mexmûrê nîşan da ku dikare bibe xwedî pergal. Kurdî kare bibe zimanê nivîskî. Kurd kare bi kurdî kariyera xwe ya akademîk temam bike. Kurd kare bi vê kariyerê rêveberiya gelê xwe bê ku pirsgirêk bijî bi rêve bibe.
Belê bersiva pirsa me jî ev e.
Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ne ji humanîstiyê û ne ji evîndariya ji bo Mexmûrê Mexmûr kirine rojeva xwe. Armanca wan eve beriya ku Mexmûr bibe modela bi giştî ya kurd çewa têk bibin û ji ber çavan rakin. Ji ber vê jî konsepta dijberiyê di dewrê de ye.
Dijberiya ku bi lugat û lîteratura ‘demokratîk’ hatiye xemilandin di dewrê de ye.
Di nav vê xweş-bêşiya sofîstîk de dixwazin pergala serkeftî ya Mexmûrê ji holê rakin. Werin em destûr nedin vê û Mexmurê bikin Mexmûrîstan a Kurdistanê.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment