Saturday, November 14, 2009

Malbatê Fetahiyan defin kir



Cenazeyê Îhsan Fetahiyan ê ku di 11’ê mijdarê de ji aliyê dewleta Îranê ve hate bidarvekirin bi şerta ku merasîma girseyî neyê çêkirin dane malbatê.

14/11/2009

Cenazeyê Îhsan Fetahiyan ê ku di 11’ê mijdarê de ji aliyê dewleta Îranê ve hate bidarvekirin bi şerta ku merasîma girseyî neyê çêkirin dane malbatê.
Cenazeyê ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan (27) ê li girtîgeha Sinê ya rojhilatê Kurdistanê hatibû bidarvekirin dan malbata wî. Rayedarên Îranê beriya 2 rojan nedixwestin cenaze bidin malbatê. Di 12’ê mijdarê de rayedarên Îranê bi bavê Fetahiyan re hevdîtin pêk anîn û bi şerta ku merasîma girseyî neyê kirin dikarin cenaze bidin wan.

Destûr nedan merasîmê
Dewleta Îranê ji bo merasîma ku tenê dikare malbat tevli bibe destûr da. Malbatê cenazeyê Fetahiyan bir Kirmaşanê û li goristana Baxçeyê Ferdusê hate definkirin. Li ser gora wî nav nehat nivîsandin. Tenê li ser gora wî 61 nimre, rêza 4’emîn û gora 28’emîn hate nivîsandin.

Îran hate protestokirin
Li bajarê Duîsburga Almanyayê ciwanên kurd bidarvekirina ciwanê kurd Îhsan Fetahiyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate davekirin, protesto kirin.
Piştî ku Îhsan Fetahiyan li bajarê Sîneyê ya rojhilatê Kurdistanê hate darvekirin, çalakiyên protestoyê li her derê pêk hatin. Li Duîsburg Hambornê jî 25 ciwanên kurd rejîma Îranê protesto kir. Ciwan di çalakiyê de dirûşmên cur bi cur yên wekî ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê jî derxistin. Ciwanan di çalakiyê de bang kir ku bila rejîma Îranê demildest bidarvekirinan bi dawî bike.
KIRMAŞAN -DUÎSBURG (ANF)

No comments:

Post a Comment