| Min ew li nav yekîneyek gerîlayên jin bi cil û bergên gerîla li çiyayê Zagros dît. Qasî serpêhatiya wê ya li nav JÎTEM’ê, serpêhatiya wê ya çiyayê Zagros jî ji me re balkêş hat. Bi hevpeyvînekê serpêhatiya wê ya çiyayên Zagros fêr bibin. Ev hevpeyvîn çend roj beriya ku Çavrê jiyana xwe ji dest bide hatibû amadekirin. |
| 14/11/2009 |
| |
| - Hûn bi mebesta ajantiyê hatibûn şandin. Çi li ser we bandor kir ku hûn dev ji karên ajantî berdin û biryara tevlîbûna refên gerîla bi din? Di nav gerîla de hevaltiyek pir bi rûmet heye. Nirxên ku didin hev, girêdana wan ya bi hev re gelek bandor li min dike. Her gerîlayek ji cihekî, ji heremekê hatiye; lê di şer de ji bo hevalê xwe canê xwe feda dike. Ji bo hevalê wî/wê şehîd ne be xwe dike çeper. Tişta ku hişt ez biryara tevlibûna gerîla bidin, di gêrîla de rûmeta ku didin hev e. Di nav PKK’ê mirov hîs dike ku wek însan dîjî. Nirxekî manewî heye û ev nirxdayîn ne li ser madiyetê ye. Vê rastiyê li ser min bandor kir. Di nav gerîla de dema ku mirov bi hinek rastiyan re rû bi rû tê bandornebûn pir gengaz nîn e. Di nav gerîla de rûmeta ku min dît hişt ku bikevin ferqa van lîstikên qirêj. Ketim zanistiya ku ev tevger, ji bo azadiya gelê kurd û azadiya jina kurd e. Niha dizanim ku dijminên kurdan dixwazin kurdan li hember kurdan bi kar binîn û bi vî awayî tasfiye bikin. Li Herêmên Parastina Medyayê ketim vê ferqê ku dewleta tirk ka çend li ser jin û ciwanên kurd lîstikên qirêj lîstine. Ketina ferqa vê rastiyê; ne tenê biryarbûnek xurt li gel min daye avakirin, hesteke tolgirtinê jî da ye çêkirin. Armanc û hedefa min; dijminê ku di xwest bi rûmeta gelê kurd, jin û keça kurd bilîze, li çiyayên azad heta dawî bi şer û têkoşîna xwe, poşman bikim. Dixwazim di kesayeta xwe de piştrast bikim ku her çiqas bi keçeke kurd bilîzin jî wê nekaribîn cewherê keç û jina kurd xirab bikin. Ji hestên wan yê wijdanî tenê jî ma be wê rojek ji rojan tola xwe ji wan bigire. Ez ê jî di jiyana xwe de vê rastiyê raxim ber çavan. Ez ê vê jî bi guhertin û veguhetina ku di kesayeta xwe de bidin çêkirin ez ê nîşan bidim. - Niha hûn li Çiyayê Zagrosê gerîlatiyê dikin. Hûn dikarin hinek behsa serpêhatiya xwe ya Zagrosan bikin? Jiyana li çiyayê Zagrosê wekî xewn û xeyalekê xweş e. Her ku van bedewiyan dijîm her wekî ku di nav xeyalekê de bim. Bedewiyên jiyana gerîla jî wek xeyalekê jî min re tên. Di gerîla de manewiyeteke mirovahî û xwezayî, bûnek mirovahî heye. Pir stran li ser hevaltî û xweşikbûna çiyayê Zagrosê hatine çêkirin. Her deverek çiyayê Zagrosê ji bo me xwedî wateyeke giranbûha ye. Gelek rêhevalên me li Zagrosê şehît ketine. Her hevalek bi Zagrosê re girêdanbûnek xwe yê pir mezin heye. Rêhevatiya van çiyan qasî pîrozbûn û bilindahiya Zagrosan mezin e. Li Zagrosan ez bi vê rastiyê re jî rû bi rû hatim ku gêrîlayek ji bo rêhevalê wî şehît ne be xwe dike sîper. - Em bijimêrin xweşikbûnên çiyayên Zagrosê; dema ku bêjin Çarçela, yan jî Cilo çi tê bîra mirov? Dîtina van bedewiyan hestek gelek bedew e. Ya ku van çiyan jî xweş dikin û van xweşikbûnan bi me didin hîskirin jiyana me ye. Jiyaneke pir xwezayî, jiyaneke ku hezkirin tê de heye. Di van çiyan de evîneke mirovahî heye. Em vê rastî yê jî di çiyayê Zagrosê de dijîn. Zagros, rûmeteke pir mezin di kesayeta mirov de dide çêkirin. - Çiyayê Zagrosê gelek asê ne, hûn bi van çiyayayên asê re yekbûnek çawan didin çêkerin? Dema em hevalê keç bi hev re dimeşin ji min re pir cuda tê. Hêvî û baweriyek mezin dide min. Di nav civakê de ne dihiştin ku jin derkeve devê deriyê malê, lê di çiyan de bi hev re bi yekitiyek mezin dikarin beranberî hemû tundiya xwezayê bijîn, dikarin şer bikin. Di nav gerîlayên jin de yekitiyeyek pir xurt heye, girêdanbûneke pir mezin heye. Di şer de; di çalekiyêkê de xwestekeke pir mezin heye. Gêrîlayên jin gelek caran çakakiyên xweser pêktînin. Di çiyan de vînek mezin jî li hember şert û mercên xwezayê nîşan didin. Ya ku herî min bandor dike jî hebûna rihê fedaî ye jinê ye. Di nav gerîla de xala herî esasî jî jiyana hevpar e. Di nava gerîlayên jin de hevkarî û parvekirineke pir mezin heye. Mînak; di nav me de hinek heval çekên giran yên weke BKC, B7 radikin. Ne tenê ew hevala ku çek aîdê wê ye radike. Di meşekê de bi dorê her hevalek wê çekê hildigire. Tekiliyên navbera têkiliyên keçên civakê û tekiliyên navbera keçên gerîla de cudahiyek mezin heye. Di nav geralayên jin de fikrek pêşketî heye. Mezinahiya çiyan hiştiye ku dil, ruh û mejiyê jinê fireh bibe û hin bêhtir bi xwe bawer bibe. Jiyana ku keçên civakê dijîn tenê di bin zilm û îşkencê de jiyane. Divê ku her keçeke ciwan were van çiyan bibîne, van çiyan bijî, hîs bike û fêm bike. Keç dikarin werin di van çiyan de û vînek pir xurt nîşan bidin û fikreke pir pêşketî di xwe de bidin avakirin. Bila her dayik jî bi welatparêziyeke pir mezin destekeke xurt bide keçan. Ji ber ku heta niha dayikên kurd êşên pir mezin kişandine, ji bo ku zarokên wan jî van êşan nejîn erkek mezin dikeve ser milê dayikan. Azadî bê bedel nabe; ger pêwîst bike mirov zarokên xwe jî bedel bide. Ji xwe kurd jî ji bo azadiyê bedel didin. Ji bo pêşeroja zarokan, ji bo azadiya jin û dayikan e. Mînaka hesabpirsîna ji xiyanetê: JÎTEM’ê ew weke ajan şand. Ji jiyana gerîla bandor bû, li xwe mikur hat û tevlî refên gerîla bû. Li çiyayê Zagrosê di êrişek hewayî de jiyana xwe ji dest da. Raya giştî Fatma Bozdemir (Çavrê Kindil) bi ‘Lîstika Jehrê’ nas kir. Çavrê, ji aliyê JÎTEM’ê ve bi mebesta ku jehrê bibe Herêmên Parastina Medyayê hatibû şandin. Li Herêmên Parastina Medya li xwe mikur tê bi jiyan û rêhevaltiya gerîla bandor dibe. Piştre jî biryara tevlîbûna refên gerîla dide. Dema ku gerîlatî li Zagrosan dikir, di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Çavrê, li Mêrdinê di malbatekê xizan de çavê xwe li cihanê vedike. Ji ber şerê li Kurdistanê malbat koçî Stenbolê dike. Çavrê, ji ber xizaniya malbatê mecbûrî karkirinê dibe, bêyî ku dibistana seretayî xilas bike di terikîne. Dema ku di kargeha tekstîlê de dixebite, bêyî ku haya wê jê hebe dikeve defika JÎTM’ê. Bi gefan wê mecbûr dikin ku ajantiyê qebûl bike. Tê perwerdekirin û ji bo jehrê bibe Heremên Parastina Medyayê tê şandin. Çavrê, li Herêmên Parastina Medyayê dikeve ferqa lîstaka ku di nav de ye. Piştî ku dikeve nava lêpirsînê biryara li xwe mikurhatinê dide. Di demeke kin de jî biryara tevlibûna refên gerîla dide. Hewl dide bibe şagirta Rêberê xwe Di her gotinek xwe de behsa bedewiyên çiyayê Zagrosê, Çarçela, Cilo dikir. Ronahiya çavên wê evindariya wê ya ji Zagrosan re ji her tiştî baştir vedigot. Di awirên wê yên dijwar de diyar bû ku wê qasî evndariya xwe ya ji Zagrosan re wê li hember dijminên kurdan jî kin û nefret mezin kiribû. Çavrê di dema xwatirxwestinê de ji me re wiha got: “Dema ku dîmenên min di lîstika jehrê de hatine weşandin, dizanim ku gelê me, malbata min, bi hebûna min sernizmî jiya lê ez dizanim ku bi vê biryara min a rast jî, wê serbilind û şanazî bin.” Çavrê, bi felsefe û bîdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibe. Her ku di vê felsefeyê de kûr dibe hezkirina wê ya ji çiyan û gerîla re mezin dibe. Hemû rojaneyên xwe jî ji Rêberê Gelê Kurd re dinivîsîne. Di rûpelek rojaneya xwe wiha nivîsandiye: “Zanayê mezin Rêber Apo; wekî jinekê naskirina te, hezkirina te û di baxçeyê te yê gulan de bûyîna qevdek gul hesteke gelek bedew e. Min xwest ku vê lênûskê bi hestên xwe yên ku min ji bo we mezin kiriye vebikim. Ji ber ku di dilê min de tu yê vê kêliyê û her dem, bengîtiyeke veşartî ya di herî pêş de bî. Lê ez vê bengîtiya xwe ji kesî re nabêjim. Ji ber ku Rêberê min ez keseka wisa me ku hatime gule berdim hewldanên te yê azadî, lê niha min berê guleyan daye ew sazûmana dijmin a kirêt. Ji ber vê yekê ye ku êdî berxwedaniya te, hêrsa te, sekna te û tehlîlên te bandor li min dike. Ez ji ber van tiştên ku min dîtiye ketime nava lêpirsîneke wijdanî. Lê Serokê min, ev lêpirsîna ku ez dikim, kîn û nefretek têdixe dilê min û pê re jî dilê min bi azweriya tolgirtinê dadigire. Ji ber vê dixwazim ew qas bi pêş bikevim, da ku bikaribim tola xwe bigirim. Û ez ê bi ser bikevim. Ez ê xwe bigihînim asta jina azad û kesayetiya milîtaniya azad. Û ez ê li derdora Îmraliyê bibim şewqeke ku hundir ronî bike. Evîn û dildariya herî mezin tu yî. Tu yê ku te min ji koletiyê, ji nexweşikbûnê rizgar kirî ye. Ez soz didim te! Ey mirovê berz! Dil û mejiyê min, ez ji te hez dikim. Ez ê biryar û îdiaya xwe ya girêdana bi te û têkoşînê îspat bikim û ez ê bi ser bikevim.” Xeyala Bedew: Ez Apocî me Çavrê, gav bi gav nepeniyên Zagros fêr dibe û bi vî awayî xeyalên xwe mezin dike. Di rojaneyekî xwe de xeyalê xwe bi van rêzikan tîne ziman: “Xeyalên min!” Heyfa min li ew mirovên ku hêvî û xeyalên xwe winda kirine tê. Xeyal, mirovan ber bi lêgerîneke bêdawîn ve dibe. Xwegihandina xeyalan ew e ku hemû qirêjiyan hetanî atomên wê parçekirin e. Ger ku xeyalên te azadiyê bixwazin, rihê te jî wê dixwaze. Ku te hêviyê hîs kir, tu yê digel her tiştî bi îdia serî bilind û bi israr bî. Ancax tu dê bikaribî wê demê bi ser bikevî. Vaye di wê demê de min hewl da, min şer kir û min bi dest xist. Xeyal ew hesteke ku mirovan li ser piyan dihêle. Her mirov xwedî xeyalek e. Ya min jî heye. Di hundire min de ye û bi zehmet e. Tolgirtin! Û ji dijmin re; ‘Binêrin we nikaribû min bikuştana, ez bi hêz im, ez li vir im û ez hatime ji we hesab pirsînê’ gotin. Û bengîtiya xwe ji şehîdan, Serokatî re bi jiyana xwe nîşandayîn. Bûyîna leşkereka baş, milîtanbûyîn û bi serbilindî gotin û bilêvkirina ‘EZ APOCÎ ME’ ” Şopdara lehengan Çavrê, bi lehengî û berxwediyani ya di dîroka têkoşîna azadiya kurd jî gelek bandor dibe. Lêpirsîna xwe ya kesayetî li hember berxwadaniya Mazlum Dogan, Zîlan, Sema Yûce û Berîtan dike û van kesayetan ji xwe re wek mînak digre. Çavrê, di rojaneya xwe de egidî û berxwedaniya van kesayetan û lêpirsina xwe ya li hember van kesayetan di rojaneyek xwe de bi vî awayî tîne ziman: “Divê em bibine rêhevalê Serokatî, Mazlûm û Zîlan. Belê hûn, ew çi wêrekiyeke mezine ku xwe bombeyan parçekirin, xwe di agiran de helandin û bi tilîliyan xwe ji latan avêtin! Fermandara mezin Zîlan! Ma çawa dilekî te hebû ku te bedena xwe bi bombeyan teqand. Ew vîna te, ew xwesteka te, ew kesayetiya te tê vê wateyê ku bi gotinan nayê vegotin. Rêheval Sema! Keça agir! Te laşê xwe veguhezte ariyê. Ev dil, wêrekî û vînê dixwaze. Tu bûyî sembola van hemûyan. Te xwe ji ariyên xwe afirand. Gelek xwedawendên ku nayên ji bîr kirin hene. Tu jî bûyî yek ji van xwedewendên azad. Çi bextewariyeke mezin e ku hûn bi rûmetî azad bûn û li dinê bêmirin bûn. Fikra kesayet û çalakiyên we bi xwe jî, hemû laşê min dilerizîne. Her ku we difikirim kîna min mezintir dibe û ji wê sazûman serdest û qirêj a emperyalîstan re lanetan dibarînim. Û ez êşeke mezin jî dikşînim, çima em nikarin fermanên fermandarên xwe yên mezin pêk bînin?” Lêgerînên wê Çavrê, xwedî lêgerînek mizin e, lêgerînên xwe di rojaneyek xwe de bi vî awayî rave dike: “Mîna pêlên deryayek, her dem dixwazim pêl bi pêl ber bi bêdawîtiyê ve herim. Û fena rivîna agirekî bizotî, dixwazim dîlan bigirim. Carna difikirim, gelo ez ê bikaribim mîna hevala Sema xwe ji ariyên xwe ji nû ve biafrînim? Gelo ez ê bikaribim mîna Xwedawend Zîlan bibim xwedî jiyaneke mezin? Di rastiyê de wan di tevahiya jiyana min de daxwaz û xeyalên min in.” Ew hêvî û xeyalên xwe bi evîndariya lehengên mina Bêrîtan mezin dike. Ji bo xwe van kesayetan mînak digre. Ji bo ku bibe rêhevala van qehremanan hewildayîn û têkoşînek behempa wek erkê xwe yê esasî dizane. Çavrê wiha dibêje: “Bihîstina dengê Bêrîtan ji şikêran, di dilê jinê de berxwedaniyê dinexşîne. Dixwazim xwe bigihînim şehîdên me yên ku vê axê bi xwînê av dane. Ez jî dixwazim bi xwîna xwe axê av bidim û mina her hevalek şehîd û li ser vê axê wekî gulek şîn bibim. Ev banga min qêrîn bi qêrîn e, gelo wê rojek li ser van axên pîroz bê bihîstin? Wê rêhevalên min ên şehîd min bi pejirinin nava xwe? Ez ê bikaribim bibime xwedî jiyanek bi wate. Hevalno ji min nexeyîdin, tenê daxwaza min ew e ruhê xwe bi jiyana we re bikim yek.” © Azadiya Welat |
| |
Saturday, November 14, 2009
Evîndara çiyayê Zagrosê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment