Saturday, November 14, 2009

Di "vebûna" AKP de mijara herî girîng PERWERDEYA KURDÎ tune ye


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî nîqaşên dûr û dirêj naveroka "vebûna" a AKP li meclîsa Tirk hate eşkere kirin. Wekî ku dihat texmîn kirin AKP bi çend tiştên girîng dixwaze meseleya Kurd çareser bike. Hikumeta AKP dil nîne ku daxwazên esasî ya Kurdan bibîne.

Ji bo Kurdan mijara herî girîng zimanê Kurdî ye.

Saziyên Kurdan bal kişandin ser vê rewşê diyar kirin ku "Xeza sor a Kurdan jî zimanê Kurdî ye"
Sazî û dezgehên kurdan bi daxuyaniyên li gelek deveran dayîna balkişandin ser nîqayên di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de li ser kurdî tên meşandin û daxuyandin ku fermîbûna kurdî xêza kurdan a sor e. Siyaseta kurd, DTP jî di nav de heta niha piranî caran aniye ziman ku Hikûmeta AKP’ê li pey çareseriyeke bêyî kurdan tevdigere. Xalên hatine destnîşankirin rastiya vê vegotinê tîne ziman. Lewre xalên hatine destnîşankirin piraniya wan di pratîka jiyanê de bê wate bûne. . Praniya xalên ku hatine destnîşankirin ‘qedexeyên dewletê yên ji bo xwe ne’.

Hikûmeta AKP’ê difikire ku siyaseta kurd dê nikaribe li hemberî van xalên hatine destnîşankirin muxalefetê bike. Mînak îadekirina navên wargehan demeke dirêj e tê xwestin. Hikûmet dibêje ‘ez navên wargehan îade dikim’. Lê ligel vê îadekirinê navekî qedexe dê hebe. Ew jî Kurdistan e. Heta ku navê Kurdistanê jî di lîteratûra fermî ya dewletê de serbest nebe îadekirina nevên kurdî temam nabe. Naveroka vebûna AKP çawa ye
- Daristanên hatine şewitandin dê ji nû ve bêne çandin û cerdevan dê li îstîhdam bibin. - Di Qanûna YOK’ê de dê guherîn bêne kirin û di zanîngehan de Enstîtuyên Kurdî yên Lêkolînê bêne vekirin. Ev enstîtu dê ziman û zaravayan lêkolîn bikin.
- Li ser sînoran dê xebat bêne kirin. Lêgerîn û kontrolên li Xabûrê dê bêne lezkirin û hewl bidin ku kar zû bê meşandin..
- Drketina li zozanan bê serbestkirin.
- Qanûna Partiyên Siyasî a 81’an ku nahêle ziman û zaravayên cuda bên bikaranîn dê bê guhertin û dê rê li ber propagandaya bi kurdî bê vekirin. Bi vî awayî gelek dosyayên destnedanê ku li parlamentoyê disekinin dê bikevin.
- Navên wargehan ên bi kurdî dê bêne îadekirin. Yanî mijara herî girîn perwerdeya bi Kurdî bi tu avahî tune ye. Kurd qeyilê çareseriyeke wisa nabin

Dewleta Tirk mijarên ku ji bo Kurdan pir girîngin wekî perwerdeya bi Kurdî, otonomî an jî federalî, sekinandina operasyonên hemberî gerilayên PKK naxwaze ku gavan bavêje.
Hate hîn bûn ku dewleta Tirk tenê berfirehtir kirina serbestiya tv û radyoyên kurdî û paşve vegerandina navên Kurdî ên gund û navçeyanamadekariya gavan dike.
Hikûmeta tirk li ser hin xalên sembolîk ên wekî; paşdedayina navê gund û navçeyan, li Unîversîteya damezrandina beşê ziman û edebiyata kurdî, rêlibervekirina tv’yên taybet û weşana kurdî û bicihkirina personalên kurdîzan di daîreyên dewletê de sekiniye û di van mijaran de dixwaze gavan biavêje.
Di pêşniyar û xebata hikûmeta tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê de gavên cîdî xuya nakin, tenê hin gavên sembolîk ku ew jî di praktîkê de hene. Wekî tê zanîn gelek tiştên ku behsa wan tê kirin ji xwe fiîlê pêk hatine. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd diyar dikin ku eger Erdogan wekî sala 2005'an paşve gav bavêje û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên cidî nevêje wê Kurdan êdî careke din bawerî bi dewleta Tirk neynin û bi temamî ji Tirkiyeyê veqetin.
Pêvajoya 2005'an hê jî di bîra Kurdan de ye. Eger AKP wan gavên ku bavêje ji bo konrol kirin û enregre kirina Kurdan bavêje dê bersiva Kurdan neyenî bibe.
Di sala 2005'an de jî AKP di derbarê pirsgirêka Kurd de gellek tişt gotibû û hêviyên nû aifrandibû lê piştre AKP bi avayekî şovenî tevgeriya û ser Kurdan êrîşên mezin hatin pêk anîn. Ji ber vê yekê jî Kurd vê carê li şûna axaftin û daxûyaniyan li benda gavên cidî ne. (HAWAR NET.com / ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment