Saturday, November 14, 2009

Mustafa Sarigul: Bila Kurdî bibe dersa bijarte



BATMAN, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- CHP'yî ya kevn û serokê Tevgera Guherîna Tirkîyeyê û serokê şaredariya Şişlî ya Stenbolê Mustafa Sarigul doh çû bajarê Batmanê. Sarigul got "hikumet û mixalefet" bi hêviyên Kurdan re dileyze.

Her wiha Sarigul got "bila Kurdî li dibistanan bibe dersa bijarte, bila li şûna balafirên şerê bila balafirên ku tûrîstan tîne bêne herêmê" û wisa dewam kir;" ez sozê didim ku ezê wexta bibim serokwezîr ezê problemên Kurdan çareser bikim, ez wekî Teyyîp Erdogan derewan nakim ez bi eşkereyî dibêjim." Her wiha Sarigul ji gotinên Onur Oymenê re jî nerazîbûn nîşan da û gor;"Destên ku dirêjî Dêrsîmê dibin bila bişkên.". (HAWAR NET.com)


© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment