Saturday, November 14, 2009

M.Osman: Kurd di qanûna hilbijartinê de hatin xapandin



HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Endamê parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman ê ser bi lîsta hevpeymanîya kurdistanî ve ragihand, ku neşarezayîbûn di mijara pesendkirina qanûna hilbijartinan de hebûye û kurd hatin xapandin. Mehmûd Osman ji PNA re da xuyakirin, ku biraderên me baş ev pirsa han fam nedikrin û fêl li wan hat kirin. Weha jî got, ku divabû endamên hevpeymanîya kurdistanî bê hebûna qanûna partîyan û çêbûna serhejmarîyê bi hilbijartinan razê nebana.
Mehmûd Osman got: bê hebûna qanûna partîyan û çêbûna serhejmarîyê, hilbijartin jî pakij û rêxistî nabin.. hilbijartin li ser bingeha hebûna forma xurek hatin kirin û xapandinek mezin di vê yekê de hebû.

Mehmûd Osman da xuyakirin, ku gelek destkarî di nava formên xurek û hejmara hevwelatîyan de hatin kirin. Weha jî got, ku li hinek parêzgehan hejmara hevwelatîyan gelekî û bê sînor hatibû zêdekirin.

Mehmûd Osman weha jî got: piştî ku weha jî bû, êdî çareserî jî zehmet bûye.. Me êdî razîbûna xwe li ser evê qanûnê daye nîşandan û em nema dikarin jê vegerin.. Me bi xwe ew daxwaza pesendkirina vê qanûnê dikir.

© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment