Thursday, November 12, 2009

Di belgeya leşkeriyê ya 'dizî' de înfaz heye


Hate zanîn ku dema di 5'ê gulana 2000'an de PKK'ê hêza xwe derdixist derveyî sînor, li Gundê Kirkpinar ê Navçeya Lîceyê ya Amedê di operasyona li dijî koma PKK'iyan de ji 7 PKK'iyên jiyana xwe ji dest dan Endamê PKK'ê Burhan Bahtiyar (Îsmaîl) bi birîndarî hate girtin û hate înfazkirin. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê belgeyên 'dizî' yên Fermandariya Hêzên Bejayî û Fermandariya Cendermeyan a Bajêr de lêpirsîn dimeşand di belgeyên 'dizî' de hate dîtin ku Enadmê PKK'ê Burhan Bahtiyar (Îsmaîl) bi birîndarî hatiye girtin û piştre hate kuştin. Hate hînbûn ku piştî leşkeriyê Bahtiyar kuştiye cenazeyê wî danîne cem cenazeyên 6 endamên PKK'ê yên din. Dozgeriya Komarê dema piştî bûyerê bi 44 rojan çû cihê bûyerê cenaze ji aliyê sewalan ve hatibû perçekirin û tenê hestiyên wan mabû.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 2 tebaxa 1999'an de hewl da ku derkeve dervê sînor. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di vegera PKK'ê ya dervê sînor de, li dijî komên PKK'ê ku amadekariya wan a çalakiyan tunebû dest bi operasyonan kir. Di vê pêvajoya ku niqaşên li ser vegerê têne kirin de têkildarî vegera PKK'ê ya sala 1999'an de agahiyên girîng hatin bidestxistin. Haze zanîn ku di vegera komên PKK'ê de, Fermandariya Tugaya Zirha 16'emîn a di navbera Erxenî û Lîceyê de ye, li herêma Gundê Kirpinar, Mezra Kayaş û Girê Têrkan operasyona bi navê Saglam-1 dest pê kir. Di oprasyona TSK'ê ya 5 gulana sala 2000'î de 7 endamên PKK'ê Burhan Bahtîyar (Îsmaîl), Metin Kardeş (Nurî), Sadat Batu (Hebûn), Ramazan Kaya (Kanî), Omer Kaymaz (Çeko), Dogan Koç (Sabrî) û kesê bi kod navê Gernas jiyana xwe ji dest dan. Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê, têkildarî bûyera kuştina 7 endamên PKK'ê û çekên li ser wan hatine girtin, di 5'ê gulana 2000'î de raporek amade kir û pêşkêşî Dozgeriya Komarê ya Lîceyê kir. Dozgeriya Lîceyê piştî raporê di 23 gulana 2000'an de ji fermandariyê agahiyên derbarê otopsiyê de xwest. Li ser daxwaza dozgeriyê Fermandariya Cendermeyan diyar kir ku 7 endamên PKK'ê tev çekên wan hatine bidestxistin û ji ber şert û mercên giran otopsî nehatiye kirin û wêneyên hatine kişandin jî şewitîne.

Dema dozger piştî 44 rojan cû cihê otopsiyê, tenê hestî mabûn

Piştî nivîsên di navbera leşkerî û dozgeriyê de, dozger ji bo otopsiyê bike, piştî 44 rojan şûnde çû cihê bûyerê. Dozger di girtînameya ku di 6'ê hezîrana 2000'an de ya Muayena mirî û Otopsiyê amadekir de diyar kir ku cenaze li qadek daristanî bi awayekî belavkirî hatine dîtin û ev tişt gotin: "Cenazê hatin tesbîtkirin, lê rewşa cenazeyan ji bo tespîta nasnameyê baş nîne. Hate dîtin ku gelek cenaze ji aliyê heywanan ve hatine xwarin û perçekirin. Cesed hemî genî û xera bûne." Di girtînameyê de tê gotin ku yek bi yek tesbît hatine kirin û wiha hate got: "Hind cenaze genîbibûn û hatibûn perçekirin û lê hind ji wan tenê hestî mabûn. Ji bo tesbîta nasnameyê li ser hesityan bê çêkirin hemanên diyar bike nemane." Dozger, ligel biryara tesbîtikirina nasnameya cenazeyan nayê çêkirin jî, destnîşan kir ku 5 hep cenazê hatine dîtin û bi hinceta derfeta hilgirtina cenazayên nîne, biryara licih bêne veşartin da.

'Nehate daxuyandin ku nasname çawa hatine tesbîtkirin'

Serdozgerê Komarê yê Pîranê, pîştî nivîsandin û xebata otopsiyê agahiyên derbarê nasnameyên endamên PKK'ê û raporên otopsiyê bi Fezlekeya Lêpirsînê re ji Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) û Serdozgerê Komarê yê Amedê re şand. Serdozgerê Komarê yê Amedê jî, anî ziman ku di evraqên lêpîrsînê de nav hatine tesbîtkirin, lê di rapor û belgeyên hatin hatin dayîn de tiştên ku cenaze aîdî kesên nasnameya wan hatiye diyar kirin e nîne. Dozgerê Amedê, derbarê şeklê tesbîtikirina navan di 8'ê kanûna 2000'an de bi daxwaznameyek ji Serdozgerê Komarê yê Pîranê pirsiyê.
Dozger jî ev yek dîsa ji Fermandariya Cendirmeyan Navçeyê pirsî.

Leşkeran neçar man ku bêjin 'Me endamekî PKK'ê bi sax girtibû'

Fermandariya Cendirmeyan Pîranê jî, pirsa dozger di 15'ê adara 2001'an de wiha bersivandiye: "7 enadamên PKK'ê bi şeklekî mirî ketin dest. Ji ber ewlehiyê roja buyerê otopsî nehate kirin. Di 17'ê hezîrana 2000'an de ji bo otopsiyê çûyîna cihê bûyerê çêbû. Lê 3 kes bibûn hestî û 2 ceset jî hatibûn perçekirin. 5 cenaze ji bo tesbîtikirina nasnameyan nebes bûn." Ligel Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê, Serdozgerê DGM'ê jî, tesbîtkirina nasnameyan ji Fermandariya Ewlehiyê a Erxeniyê pirsî. Fermandariyê jî wiha dom kir: "Endamê PKK'ê Burhan Bahtiyar bi kod navê Îsmaîl ku endamê eniyê ye, di operasyonê de bi giranî hate girtin, derbarê komê de agahiyên fireh jê hatin girtin." Her wiha hate destnîşankirin ku têkildarî mijarê raporên pêvek ên ku ji Fermandariya Tugayê hatene şandin de ne.

Piştî îfade da mir!

Rayedarên leşkerî piştî salekê diyar kirin ku wan PKK'iyek bi saxî girtine û di encama operasyonê de ji kesê birîndar agahiyên komê jê girtine. Di rapora Fermandariya Hêzên Bejayî de derket holê ku Endamê PKK'ê Bahtiyar bi saxî hatibû girtin. Di belgeya pêvek-a de hate diyarkirin ku kome PKK'iyan bi qemerayên termal hatine tespîtkirin û piştre jî dest bi operasyonê kirine. Di encama operasyonê de Endamê PKK'ê Burhan Bahtiyar (Îsmaîl) bi birîndarî hatibû girtin. Piştî operasyonê Bahtiyar di îfadeya xwe de wiha gotiye: "Hemû kom bi biryara rêxistinê diçin Başûrê Iraqê. Dê koma me jî di nava 2-3 rojan de sînor derbas kiribûna. Em ji bo çalakiyê nehatibûn vir ji bo hewandinê hatibûn."

Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ve hatibû destpêkirin bi neşopandinê bi encam bû. Xizmên Burhan Bahtiyar jî diyar kirin ku di sala 2006'an de hinek agahî girtibûn û li ser van yekan serî li dozgeriyê dabûn lê tû encam negirtibûn. Malbata Bahtiyar, li gorî belgeyên bi saxî hatiye girtin û piştre jî jiyana xwe ji dest dayî, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin dê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Lîceyê bidin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment