Thursday, November 12, 2009

ONUR OYMEN Ê CHP'YÎ BO ÇARESERIYÊ, RÊBAZA KOMKUJIYA DÊRSIMÊ PÊŞNIYAR KIR

ONUR OYMEN Ê CHP'YÎ BO ÇARESERIYÊ, RÊBAZA KOMKUJIYA DÊRSIMÊ PÊŞNIYAR KIR

Pirsgirêka kurd pêr cara yekemîn bi awayekî fermî hatibû rojeva Meclîsa Tirkiyê.

Lê belê civata giştî, ji çareseriya demokratîk zêdetir, bû cihê axaftinên faşîzan.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen di axaftina doh de, ji bo çareseriyê, rêbaza komkujiya Dêrsimê pêşniyar kir.

Oymen li hemberî Tevgera Azadiya Kurd, di cihê çareseriya demokratîk û diyalogê de, bi awayekî fermî, daxwaza komkujiyê anî ziman.

Di komkujiya Dêrsimê de ya ku Oymen li ser navê CHP'ê ew weke rêbaza çareseriyê pêşniyar kir, 90 hezar kurd hatibûn qetilkirin.

Oymen bi gotina 'wê demê ti kesî behsa hesrên dayikan nekir', rêbazên komkujiyan yên li dijî kurdan, rewa dît...

Dema ev daxwaza komkujiyê dihat ziman, Kemal Kiliçdaroglu yê bi eslê xwe Dêrsimî, pankarta bi nivîsa 'Atam Îzîndeyiz' yanî 'Ataturkê min, em li ser şopa te ne' gotinên Oymen pîroz dikirin.

Oymen wekî din jî got: 'Ma di serhildana Şêx Saîd de, di serhildana Dêrsimê de li Qibrisê dayîk negiriyan? Ma kesekî wê demê got ku, ji bo dayik negirîn, têkoşînê rawestînin. Vê yekê cara yekemîn e hûn dibêjin'.

Onur Oymen di axaftina xwe de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, DTP û Koma Aştiyê jî, hedef nîşandan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment