|
HPGê nasnameyên 2 gerîllayên li navçeya Bedlîsê Mûtkiyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çepameniya HPGê daxuyakirin ku di 6'ê Mijdarê de 2 gerîllayên çûbûn wezîfeyê li navçeya Bedlîsê Mûtkiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê yekê, gerîllayên jiyana xwe ji dest dane ev in:
Asim Muhammed bi navê kod Ciwan Dêrik di sala 1982'an de li Başûr Rojavayê Kurdistanê Dêrikê ji dayik bûye.
Mulazim Aysal bi navê kod Şiyar Mûtkî di sala 1986'an de li navçeya Bedlîsê Mûtkiyê ji dayik bûye.
HPGê der barê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî, agahî dan.
Li gorî vê yekê, artêşa Tirk di 10'ê Mijdarê de danê sibê û danê êvarê qadên Zapê Şivê û Dola Şivê bi hawan û topên obusê bombekirin.
CIWAN DÊRIK
ASIM MUHAMMED
1982 / BAŞÛR-ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - DÊRIK
ŞIYAR MÛTKÎ
MULAZIM AYSAL
1986 / BEDLÎS-MÛTKÎ
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment