| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 13. Mijdar 2009 |
Herî dawî dewleta Îranê, ku bi navê Komara Îslamî haraket dike, ciwanê Kurd Îhsan Fetahiyan, bi kîna li dijî gelê Kurd û biryareke siyasî dardekir. Dardekirina Ihsan Fetahiyan, dardekirina gelê Kurd e. Gelê Kurd jî, ev bextreşiya dewleta Iranê, êrîş û dardekirina li dijî xwe qebûl dike.
Pêwiste baş werê zanîn ku, di dîrokê de, kuştin û siyasetên komkujiyê ji bo dewletan, ji bo desthilatdaran nebûne ewlekarî, nebûne xelasî. Temenê diktatorên herî despot jî, biqasî zincîrên ji aliyê gelan ve hatine şikandin in. Aqûbeta wan jî, di dîrokê de baş tê xuya kirin.
Dardekirina ciwanê kurd Ihsan Fetahiyan ji aliyê rejîma Îranê ve, dide xuya kirin ku hîna dîktator û faşîstên weke Saddam, Hîtler û Musolînî ji ser rûwê erdê xelas nebûne. Rejîma Îranê, bi awayekî bêşermî, gelek ciwanên kurd wek rehîn û bi tehîda kuştinê di destên xwe de digire.
Lê, ya balkêş ewe ku, raya giştî ya cîhanê û hêzên navneteweyî, li hemberî kujerî û kiryarên faşîzane ya dewleta Îranê û dardekerina ciwanê Kurd Ihsan Fetahiyan bêdeng dimîne. Ev jî dide xuya kirin ku, berjewendiyan, nirxên pîroz yên mirovahiyê têk birine. Pêwiste bê zanîn ku tu berjewendî, ji jiyana mirovan, ji azadî û nirxên mirovaniyê ne giringtir û binirxtir in.
Gelê Kurd, vê rûmetdariya giranbiha baş dizane û ji bo vê jî têkoşînê dike.
KNK jî, dardekirina ciwanê Kurd Ihsan Fetahiyan ji aliyê rejîma Îranê ve, bi tundî şermezar û lanet dike.
KNK, car din bi hêvî ye, ku hêzên demokratîk, saziyên ku wek vijdanê rûmetdariya civakan kar dikin, wê dengê xwe bilind bikin û li dijî rejîmên komkujî kirine bingeha jiyana xwe bi tundî derbikevin.
KNK, hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê jî hişyar dike ku, têkoşîna gelê kurd, bi kuştinan nikarin bitirsînin û paşde gav bidin avêtin. Wek Fteahiyan j got, her mirin, wê jiyanek nû biafirîne û hêza têkoşîna gelê kurd xurt û bi hêz bike.
KNK, bang li hêzên Kurdistanê jî dike ku, dardekirina ciwanê kurd Ihsan Fetahiyan, dardekirina xwe, dardekirina rûmeta Kurd, hebûna gelê kurd ya çar parçeyan bibîne. Pêwiste hêzên Kurdistanî, gotinên Ihsan Fetahiyan, yên di nameya xwe ya dawî de gotine, wek ders bibînin û ji bo Yekîtiya Neteweyî rojekê berî rojekê gavê biavêjin.
Pêwiste hêzên Kurdistanî baş zanibin ku, rejîma Îranê, rejîma Tirkiyê û rejîma Suriye ne dostên gelê kurd in û hebûna xwe di tunebûna gelê kurd de dibînin.
KNK, bi dilsoziyeke Kurdistanî, hêzên Kurdistanê teva şiyar dike, ku têkçûna eniyeke kurd, têkçûna beşekî ji xaka Kurdistanê, têkçûn û winda-kirina gelê Kurd teva ye. Lewra biryara rejîma Îranê ya dardekirina ciwanê Kurd Ihsan Fetahiyan, wek mînaka herî dawî ya li dijî gelê kurd teva ye. Ev yek jî acîliyeta pêkanîna Yekîtiya Neteweyî derdixe pêşiya gelê kurd.
KNK, diyar dike ku dijmin ji Yekîtiya Kurdan ditirse, lewra nîfaq û dubendiyê dike nava hêzên Kurdistanî. Lîstikên dawî yên dewleta Tirk jî nîşaniya vê çendê ne.
KNK, destnîşan dike ku dardekirina ciwanê kurd Ihsan Fetahiyan ne huquqî ye, ne jî insanî ye û tu huquq û tu siyaset jî, mafê kuştina mirovan erê nake. Rejîma Îranê, kîna xwe ya li dijî Kurdan û siyaseta li dijî Kurdan bi vê biryara bextreş nîşan da.
Bi vê mebestê, em carek din jî, rejîma Îranê ya kujer ku herî dawî ciwanê Kurd Ihsan Fetahiyan, bi lîstik û komployên kirêt dardekir bi nefret şermezar dikin û dibêjin: Gelê Kurd, vê kiryara rejîma Îranê bê bersiv nahêle. Bi rêxistîbûna xwe û bi pêkanîna Yekîtiyan Neteweyî bersivê bide.
No comments:
Post a Comment