Tuesday, November 10, 2009

DTP dê li 150 bajar û navçeyan civînan pêk bîne


Pro-Kurdish Democratic Society Party chairman Ahmet Turk, right, ...

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- DTP'ê ku piştî kongereyê di Lijneya Nêveveberiya Giştî de derbarê pêşketinan de nîqaş meşandin, biryara li dar xistina civînên nîqaşan û yên perwerdehiyê li 150 bajar û navçeyan girtibû. Her wiha derabarê "Manîpilasyonên çapameniyê û AKP'ê" de jî dê ji bo ronîkirina civakê xebatan bimeşîne.

DTP'ê encamên ji civîna di navbera 28'ê cotmehê û 1'ê mijdarê pêk anî de girtîn, di civîna 7'ê mijdarê ya MYK'ê de jî wekî biryar zelal kirin. Di civîna MYK'yê de pêşniyar di berçavan re hatin derbaskirin û şeklekî dawî hate dayîn. Cîgira Hevseroka Giştî ya DTP'ê ya Aysel Tugluk, derbarê mijarê de agahî da ajansa me. Tugluk, balkişand ser pêvajoyê û da zanîn ku hewl dadin li gorî pêvajoyê xebatekê bimeşînin. Tugluk, desnîşan kir ku di pêvajoyek çareserî tê nîqaşkirin de piştî civîna Lijneya Giştî, lijneyên pêwîst avakirine û di van lijneyan de, dê derbarê xebatên pêşerojê bên kirin de, nîqaş bên meşandin.

Li 150 bajar û navçeyan civîn dê bên kirin

Tugluk, diyar kir ku li gorî hasasiyetên pêvajoyê û fersetên çareseriyê di xebitin û ji bo van hasesiyetan wan dest bi xebatên xwe yên siyasi kirine. Tugluk, ani ziman ku ji ber vê yekê di serî de 15'ê mijdarê heya 15'ê Çileyê 2010'an li hemû bajarên rêxistinên wan heyî dê çivîna pêk bînin. Tugluk, destnişan kir ku di nav bera van dirokan da li 150 bajar û navçeyan dê xebatên rêxistinê û propagandayê bidin dest pêkirin û wiha got: "Ev xebatê dê bi beşdariya hevserokên me dest pê bike. Hevserokên me yêk li Îzmîrê yek jî li Çewlêkê dê heman demê de starta xebatan bidin dest pêkirin." Tugluk, destnişan kir ku dê van civanan wekî civînên gel yên berfireh rêxistin bikin û wiha domand: "Em dixwazin vê xebatê bikin wekî xebata perwerdehiyê. Wekî tê zanîn AKP dixwazê vê pêvajoyê manîpûle bike. Em dê helwesta xwe ya rast bi gelê xwe ve parvebikin. Em dê di vê pêvajoyê de daxwazên xwe bi awayekî elenî ji dewletê bixwazin. Em vê xebatê gelek girîng dibînin." Tugluk, da zanîn ku dê xebat herî zêde li ser milê PM û parlementaran bê meşandin.

DTP'ê koma muzekereyê ava kir

Tugluk, da zanîn ku heta niha diyalogekê dest pê nekiriye û ji bo dîyalogên ku pêk bên koma muzekereyê ava kirine. Tugluk, anî ziman ku koma muzekereyê ji Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, Vekîlên Komê Gulten Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Endamên MYK'ê Huseyîn Cengîz, Şîlan Emînoglu, Berdevka Meclîsa jinan Fatma Kaşan û Turkan Yuksel pêk tê. Tugluk, destnîşan kir ku di koma muzekereyê de Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli, Hevserokê Rêxistina DTP'ê ya Stenbolê Mustafa Avci Berdevkê KCD'ê Hatîp Dîcle û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî hene. Tugluk, biryarên wiha rêz kirin;

"* DTP dê bi nivîskar, rewşenbir û derdorên demokratîk re hevdîtinan çêke û bi wan re civînan pêk bîne.

* Bi beşdariya Parlementer û Hevserokan, dê li Tirkiye û dervê welêt dest bi panel, semîner û civînan bikin.

* Têkildarî 25 mijdar Tundiya li dijî Jinê dê çalakî bêne li darxistin. Dê li hemû bîlbordên şaredariyên DTP'ê afîşên têkildarî Êrîşa li dijî Jinê bêne zeliqandin. Dê di 22 mijdarê de li Qoserê mîtînga jinan bê li darxistin.

* Komîsyona Hiqûqê, dê derbarê êrişên li dijî DTP'ê û endamên DTP'ê, her wiha têkildarî girtina DTP'ê xebatek lezgin bide meşandin. . (Dîha)
© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment