Tuesday, November 10, 2009

Dewleta Tirk rastiya netew bûna Kurdan qebûl neke çareserî nabe


A masked man shouts slogans in favour of the Kurdistan Workers ...

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hukûmeta AKP'ê ku demeke dirêje di bin navê, qaşo hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd de, îro mijarê anî Meclîsa Tirk. Ji damezrandina komara Tirkiyê û vir ve, cara yekemîn e, pirsgirêka Kurd li meclîsê tê nîqaşkirin. Piştî hevdîtina destpêkê wê roja Pêncşemê, pirsgirêk were nîqaşkirin.. Ji ber 10ê mijdarê alozî û provakasyon Îro alvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk bû. Ji ber vê çendê, muxalefet û AKP'ê li şûna çareseriyê, li ser roja 10 Mjdarê bihev ketin. Di navbera AKP-CHP û MHP de şova siyasî pêk hat. KCK: qonaxa çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kiriye

Beriya rûniştinê, Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK'ê daxuyaniyek da û got, qonaxa çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kiriye. KCK'ê diyar kir ku têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê a gelê kurd, bi pêşengiya Ocalan dewleta Tirk mecbur hiştiye, êdî fêm bike, ew nema kare gelê Kurd înkar bike. KCK'ê anî ziman ku, li hemberî hemû hewldanên Tevgera azadiyê, rêveberiya tirk ji bilî daxuyaniyan û gavên hewldanên tasfiyeyê, ti gavên ber biçav navêtine...

KCK da zanîn ku cara yekemîne di dîroka Tirkiyê de, pirsgirêka Kurd wê li Meclîsê were nîqaşkirin û got, ya ji vê girîngtir, afirandina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ye. KCK 5 daxwazên xwe eşkere kirin

Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi pênc xalan daxwazên xwe eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê hatiye kirin û ANF’ê de hatiye weşandin de tê destnîşan kirin ku, “Di dîroka Komara Tirkiyeyê yê 87 salan de yekem care ku, pirsgirêka kurd ketiye merheleya çareseriyê.” Herwiha bal tê kişandin ku, pirsgirêka kurd bê muxatab çareser nabe. Di daxuyaniyê de bo çareseriyê pêwîstiyên ku bênê kirin wiha têne rêzikirin:

- Pirsgirêk kurd tenê bi guhertina makezagonê tê çareserkirin. Bo vê wek parçeyek netewê demokratîkê Tirkiyeyê nasnameya kurd bête nasîn, têkeve garantiya makezagonê û derfetên pêkve jiyanê bêne afirandin.

- Divê gavên berbiçav di warê bi rêxistina kirina nasnemay kurdî de bêne avêtin û astengiyên pêşiya siyaseta demokratîk bêne rakirin û gel xwe bi awayek azad îfade bike.

- Hêzên Hereketên Taybet ên bajar, navçe û gundên Kurdistanê bêne kişandin û cerdevantî bête rakirin.

- Bo gelê kurd, ji zext û zilma polîsan dûr, bi derfetên têr di nava ewelkariyê de derfetê avakirina jiyanê bêne dayîn.
Sırrı Sakık, “Ger hikumet bi projeyek li gorî pêwîstiya demê bê Parlamentoyê ewê piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

Cigirê Serokê Koma DTP’ê yê Parlamentoyê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê Mûşê Sırrı Sakık duhî li Enqereyê lîstika şanoyê “33 Gule – Dîroka Şînî” a bi kurdî û tirkî temaşe kirin. Lîstik ji hêla rêxistina DTP ê Altındağê ve hate organîze kirin û li Şanoya Ekin de hate ser dikê. Di lîstikê de bûyera 33 gundiyên kurd ku di 28’ê Tîrmehê 1943’an de li Ozalpa Wanê, bi emrê Orgenerala Mustafa Muğlali ve hatibûn qetil kirin tê vegotin.

Di navberdayîna perdeyê de Parlamenterê DTP’ê Sakık got, kurdan salên bi êş tijî jiyane û Mustafa Muğlalı ku di wê demê de bi biryara dadgehê sûcdar hatiye dîtin û lê hêj navê wî bo bargehên leşkerî tê dayînû divê ev mêjû bête guhertin. Sakık got, divê êdî Tirkiye birînên xwe bipêçe û domand:

“Kurdan tenê ji ber ziman, nasname û kulturê xwê êşên salan jiyîn. Tu kes vê heq nake. Me komar bi hevre ava kir û teşe dan lê qedera me ra ev ket. Divê gelê Tirkiyeyê êdî vê bibîne. Hevî dikim ku êdî tu kes li vê erdnîgariyê van êşan nejî. Em hemû dikevin dema ku em ê hemû bi hevre birînên xwe bipêçin.”

Derbarê di 10 Sermawezê de gotubêjkirina pêvajoyê de jî Sakık got, “Ya girîng hikumet dixwaze çi bike? Dê nexşêriyek çawa deyne holê em ê derfeta dîtina vê bibînin. Hêvîdikim ku, ew jî bi projeyek li gorî giyana demê werin parlamentoyê. Ger wiha werîn em ê piştgiriyê bidin.” Dewleta Tirk dixwaze bavêje ji daxwizên gelê Kurd gellek dûr e Di serî de tîpên Q,W,X gelek qedexeyên dewleta tirk, gelê kurd bi têkoşîna xwe bê wate hiştine. Praniya xalên ku hatine destnîşankirin ‘qedexeyên dewletê yên ji bo xwe ne’. Dewleta Tirk mijarên ku ji bo Kurdan pir girîngin wekî perwerdeya bi Kurdî, xweserî an jî federalî, sekinandina operasyonên hemberî gerilayên PKK naxwaze ku gavan bavêje.
Hate hîn bûn ku dewleta Tirk tenê berfirehtir kirina serbestiya tv û radyoyên kurdî û paşve vegerandina navên Kurdî ên gund û navçeyan amadekariya gavan dike.
Hikûmeta tirk li ser hin xalên sembolîk ên wekî; paşdedayina navê gund û navçeyan, li Unîversîteya damezrandina beşê ziman û edebiyata kurdî, rêlibervekirina tv’yên taybet û weşana kurdî û bicihkirina personalên kurdîzan di daîreyên dewletê de sekiniye û di van mijaran de dixwaze gavan biavêje.
Di pêşniyar û xebata hikûmeta tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê de gavên cîdî xuya nakin, tenê hin gavên sembolîk ku ew jî di praktîkê de hene. Wekî tê zanîn gelek tiştên ku behsa wan tê kirin ji xwe fiîlê pêk hatine. (HAWAR NET.com / ajansan)
© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment