Monday, November 9, 2009

"Şi'î dibin yek, divê Kurd jî yek bin"

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Siyasetmedarê Kurd endamê parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman ê ser bi lîsta hevpeymanîya kurdistanî ve got ku divê kurd li Baxdadê di nava yek fraksiyonê de jî kar bikin.
Osman got;"Îranê û Ayetullah Elî Sîstanî, dixwazin Şî`eyên Iraqê xwedî yek hilwestî bin û yekbûyî jî, beşdarîyê di hilbijartinên Iraqê de bikin. Herçiqas ku kurd jî di nav xwe de ji hev cuda bin, gerek ew jî di evan hilbijartinan de û li Baxdadê xwedî yek hilwestî bin."

Mehmûd Osman got: Ger ku kurd yek nebin, dê nikaribin fraksiyona duyema nava parliyamentê bin.. ji ber evê yekê yekbûna hilwestê kurd pêdivê ye, da ku posta serokê Iraqê ji kurdan re misoger be.

Di bareya Şî`eyan de Mehmûd Osman got: Îranê dixwaze Îtilafa Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî û Şî`eyên din bike yek.. Ayetullah Elî Sîstanî jî piştevanîya evê yekê dike.. mebesta serekîya evê yekgirtinê jî ew e, ku desthilatdarî di destên Şî`eyan de be û Şî`e bikaribin di qonaxa bihê de, posta serokê wezîran ji xwe re bibin.

Mehmûd Osman weha jî got: ew bi xwe jî hîna nizanin ka dê posta serokê wezîran di dema bihê de ji kê re be.. belê ji niha ve giranîyê ji xwe re çê dikin.. behskirina pirsa pirranîyê û kêmanîyê jî, ne mijareka nû ye û ev du sal in, ku Nûrî Malikî behsa evê çendê dike.. belê bi cihbûna van bîr û nerînên weha zehmet e. (pna)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment