Friday, November 20, 2009

Ji Aram Tîgran newayê herî dawî

in.

20/11/2009

Berhemên nû yên hosteyê mezin ê muzîka kurd û esil ermen Aram Tîgran ku berî biçe ser dilovahiya xwe li ser xebitî, ji Kom Muzîkê derketin.
Berhemên nû yên hostayê mezin ê muzîka kurdî û esil ermen Aram Tîgran ên herî dawî li ser xebitî bes ji ber çûyîna wî ya bêdeme ne qediyayîn ji Kom Muzîkê bi navê, “Xelatek ji bo hezkiriyên Tîgran ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn” derket. Di albûmê de 16 berhemên Tîgran li stûdyoyê li ser xebitî û heta niha nehatine weşandin, di albûmê de cih digirin. Berhemên herî dawî Tîgran diyarî hunera gelê kurd û hezkiriyên xwe kirîn, endamên klasîkbûnê yên pêşerojê ne.

Ji Tîgran klasîkên nû
Di albûma Tîgran a herî dawî ya bi navê “Gelê Kurd Dest Bidin Destê Hev” de stranek jî ermenkî cih digire. Di albûmê de her wiha stranên, “Gehîşt Serxwebûnê”, “Ew Meşa Te”, “Delal Hayê”, “Penaber”, “Gêkêlê Sîrunyar”, “Gelê Kurd”, “Gelo Ew Ki Bû”, “Eman Neman”, “Dîlbera Min Dîlber”, “Bi Hesreta Yêrîvan”, “Lo Şivano”, “Anê Can”, “Kurko Dîno”, “Tûzik (Gihaye ki xweş)”, “Lo Lo Pismamo”, “Rojbaş Diyarbekir” cih digirin.

Nehiştin li Amedê bê veşartin
Tîgran ku bi eslê xwe ermen e di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayîk bûye. Tîgran ku ji 20 saliye xwe heta çûyî ser dilovaniya xwe li ûdê xist, bi kurdî, ermenî û erebî stran gotin. 18 salan li Radyoya Êrîvanê xebitî. Tîgran ku cîhana xwe ya muzîkê li vir mezin kir, ji sala 1995’an derket Ewropayê û li wir xebatên xwe meşandin. Tîgran ku yekem car ji bo beşdariya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê hate bajarê bav û kalan, beşdarî Newroza 2009’an a Amedê jî bû. Tîgran di 8’ê tebaxê de li paytext Atînaya Yewnanîstanê di encama rawestiyana dil de jiyana xwe ji dest da. Li ser wesîyeta Tîgran ji bo li Amedê bê veşartin kurd ketine nav hewildanê lê rayedarên tirk destûr nedan naaşê Tîrgan. Li ser vê yekê Tîgran li paytext Brûksela Belçîqayê hate veşartin. STENBOL

19

No comments:

Post a Comment