| 20/11/2009 |
| |
| Piştî hestî hatin dîtin, malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne bi şika hestiyê zarokên wan jî di nav de bin serî li Şaxên ÎHD’ê dan. Di navbera salên 1988 û 1997’an de li Çewlikê gelek endamên PKK’ê di operasyon û kemînan de bi komî jiyana xwe ji dest dan û bi komî hatin definkirin. Piştî hestiyên endamên PKK’ê di gora tomarî de hatin dîtin, li Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Êlihê 120 malbatan bi boneya bigîjin hestiyên zarokên xwe serî li Şaxên ÎHD’ê dan. Têkildarî serlêdanên malbatan Sekreterê ÎHD’a Amedê Burhan Zorooglu, diyar kir ku ji bo hestiyên 38 endamên PKK’ê heta niha 120 malbatî serî li komeleyê daye û 85 malbatan jî mînaka xwîna xwe daye dozgeriyê. Zorooglu, anî ziman ku 35 malbatan jî ji bo mînakên xwîna xwe bidin, serî li dozgeriyê dane. Zorooglu, destnîşan kir ku ji kesên li derveyî welat jî yên serî li komeleyê dane, hene. Hestiyên 38 PKK’iyan... Zoroolu, bang li malbatên ku zarokên wan di navbera salên 1988 û 1997’an de li herêma Çewlikê jiyana xwe ji dest dane kir û xwest serî li komeleyê bidin û piştgiriya hiqûqî bixwazin. Zorooglu, bal kişand serlêdana malbatan û wiha got: “Di serlêdanan de ne tenê malbatên ku zarokên wan di navbera salên 1988 û 1997’an de jiyana xwe ji dest dane, hemû malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û gorên wan ne diyar in dikazin serî li komeleyê bidin. Lê em tenê serlêdanên ji bo herêma Çewlikê qebûl dikin.” Zorooglu, anî ziman ku tenê daxwaza malbatan dîtina hestiyên zarokên wan e. Piştî hewldana ÎHD’a Amedê di 11’ê cotmehê de li navçeya Darahênê kolandina goran pêk hat. Di encama kolandinan de gora 18 kesên di navbera salên 1990 û 94’an de jiyana xwe ji dest dabûn, 4 kesên piştî sala 1994’an jiyana xwe ji dest dabûn û gora 16 kesên piştî sala 1997’an jiyana xwe ji dest dabûn hate dîtin. AMED (DÎHA) |
Friday, November 20, 2009
120 malbatan serî li ÎHD’ê da
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment