Friday, November 20, 2009

Li Midyad û Kerboranê bi gel re civiyan


20/11/2009

Ger û geşta endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatibûn, li Mêrdînê bi civînên gel pêk anîn. Endamên komê diyar kirin ku ew ji bo aştiyê hatine û xwest her kes wisa zanibe. Endamên komê piştre Dêra Deyrul Umur û Komeleya Suryaniyên Midyadê ziyaret kirin.
Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatibûn Tirkiyeyê, li navçeya Mîdyad û Kerboranê bi gel re hatin cem hev. Endamên komê li Salona Konferansê ya Şaredariya Kerboranê bi gelre civînek pêk anîn. Endama komê Elîf Uludag, diyar kir ku ji aliyê bi milyonan kesan ve hatine pêşwazîkirin û daxwaza tevan aştî û demokrasî ye. Uludag, destnîşan kir ku hêza gel tune be serkeftin jî ne pêkan e û wiha got: "Em bi banga Rêberê Kurdistanê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatin. Lê mixabin partiyên ku aştiyê naxwazin gotin poşman bûne û hatine. Bila baş zanibin em tu carî poşman nebûne û nabin. Di sînor de jî pirsa poşaniyê ji me ne pirsîn. Ji xwe me got hûn vê pirsê ji me bikin em îfade nadin. Me got em ji bo aştiyê û bi banga Rêberê xwe hatine." Kom piştî civîna Kerboranê derbasî navçeya Mîdyadê bûn.

Li Mîdyadê coşa gel
Endamên koma aştiyê li navçeya Mîdyadê jî bi coşek mezin ji aliyê hezar kesî ve hatin pêşwazîkirin. Girsê di pêşwazîkirinê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e " berz kirin û pankarta "Em bi germahiya rojê Qasidê aştiyê slav dikin" vekirin. Endamên komê, li Xana Peluşka beşdarî civîna gel bûn. Li ser navê komê Bulent Aka, bal kişand ser niqaşên li ser çareseriya pirsgirêkê kurd û anî ziman ku di niqaşan de gavên berbiçav nayên avêtin. Aka, anî ziman ku her tim dixwazin her kesî bikin tirk û wiha got: "Bila qet neyê ji bîrkirin ku li Tirkiyeyê kurd jî dijîn û mafê kurdan jî heye. Divê mafê kurdî, çand û nasnameyê ji aliyê zagonan ve bêne parastin. Divê daxwazên gelê Maxmurê bêne qebûlkirin." Komên aştiyê piştî civînên gel çûn li Dêra Deyrul Umur û Komeleya Suryaniyan a Midyadê geriyan. MÊRDÎN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment