Friday, November 20, 2009

Karayilan: Bêyî PKK’ê pelek jî nalive


20/11/2009

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan got, ‘ez ji rayedarên dewleta tirk re dibêjin, li Kurdistanê bêyî PKK’ê pelek jî nalive’ û wiha pê de çû: “Bêyî PKK’ê ne mimkûn e ku tu pirsgirêk bêne çareserkirin. Hûn mecbûr in ku PKK’ê esas bigirin. Ne wisa hûnê nikaribin tiştekî bikin. Heke pirsgirêk dê bê çareserkirin, dê bi muxatabên wê re bê çareserkirin. Rêbazeke din a çareseriyê nîn e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got ku Hikûmeta AKP’ê mecbûr e PKK’ê esas bigire, pêvajo xitimiye. Karayilan axaftina Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay ku di heman demê de koordînatoriya pêvajoyê çareseriyê jî dike bi bîr xist û got ku di çarçoveya axaftina Atalay de tu çareserî pêk nayê. Atalay henekên xwe bi gelê kurd dike. Karayilan anî ziman ku bi sererastkirinên ji rêzê pirsgirêka kurd çareser nabe û wiha pê da çû: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke bingehîn e. Bi gavên bi vî rengî çareserî pêk nayê.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan got, hikûmet bi rêbazên aborî û bi hin sererastkirinan hewl dide ku têkiliya gel ji PKK’ê qut bike û wiha got: “Her çiqas îro rêbazên cihe bi kar bînin jî armanca yek e.”

AKP dixwaze çi bike?
Karayilan anî ziman ku hin gavên AKP'ê, mirov nikare wekî gavên ji bo çareseriyê bi nav bike û wiha dewam kir: “Divê mirov taktîka ku AKP dişopîne, rast fêm bike. Eger rast fêm neke, wê karibe bibe sedema xapandina hin kesan. Ji ber vê rast fêmkirina naveroka hewldanên AKP'ê gelek girîng e. AKP dibêje bi rêbaz û pêkanînên dewlet û statukoyê, encam bi dest nakeve. Ev rast e. Yanî dibêje, bi şîdet û zextê, nikarin kurdan bi Komara Tirkiyê re girê bidin. Heta niha ew hate ceribandin. Bi gotina Serokwezîr, tevî rêbazên leşkerî, aliyên pirsgirêkê yên psîkolojîk, dîplomatîk, sosyolojîk û aborî hene û divê ev alî jî, li ber çavan werin girtin.”

3 xalên Makeqanûnê
Karayilan ji bo 3 xetên sor ên AKP'ê jî wiha got: “Yek, wê statuya kurdan nebe, yanî federasyon û xweserî nebe. Dudo; perwerdehiya bi zimanê dayikê nebe, sisê; wê operasyon nesekinin û azadiya Rêber APO nebe. AKP'ê ev her sê xal, wekî xetên xwe yên sor anîn ziman. Nunerên AKP'ê behsa guhertina Makeqanûn dikin. Helbet ev tişteke pêwist e. Divê Makeqanûn were guhertin. Bêguhertina Makeqanûn, çareserî nabe. Lê belê guhertina 3 xalên destpêkê yên Makeqanûnê li derveyê nîqaşan dihêlin. Di rewşeke wiha de jî em dipirsin: Dema ev 3 xal di Makeqanûnê de bimînin, hûnê netewa kurd û gelê kurd bixin ku derê? Di zîhniyeta wan de, wekî îrade qebûlkirina kurdan nîn e, ji ber vê guhertina 3 xalên destpêkê yên Makeqanûn li derve dihêlin.”

‘Bêyî PKK’ê tiştek nabe’
Karayilan bal kişand ser hemû xeterayan û got ku eger pêvajo wiha dewam bike, wê ji nû ve pêvajoya şer dest pê bike. Karayilan bang li rayedarên tirk kir û wiha got: “Li Kurdistanê, bêyî PKK’ê, pelek jî nalive. Nikarin ti tişt bikin. Ez ji vir dixwazim bang li Serokwezîr û hemû rayedarên dewletê dikim. Bê PKK'ê nikarin gavek jî biavêjin. Rêveberiya PKK'ê jî û Rêberiya wê jî heye. Dema em van gotinan tînin ziman, dibêjin girêdayî Îmraliyê ne. Na. Wiha bi nav kirina pirsgirêkê şaş e. Rêveberiyeke vê tevgerê heye. Sazîbûniya wê û sîstema wê heye. Herî kêm 50'î meclîsên civakên vê tevgerê pêk tînin hene. Lê serokê van hemûyan jî Rêber APO'ye. Eger wê pirsgirêk çareser bibe, divê bi muxatabê wî re rûnin, biaxivin û nîqaş bikin.” BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment