19-11-2009
Rûdawnet – Tehran: Hersê Parlamenterên Kurd Îqbal Mihemmedî, Emîn Şabanî û Celal Mehmûdzade li Parlamenê Îranê, ji ber wêya dûrketinek dinavbera Kurd û Rejîma Îranê de çênebe, xwestin sizayên darvekirinê bên rakirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Ilna, piştî darvekirina girtiyê Kurd Îhsan Fetahiyan di 11ê mijdarê de, Parlamenterên Kurd, bi mebesta rakirina cezayê darvekirinê nameyek şandin ji Wezîrê Dadê yê Îranê Sadiq Larîcanî re.
Parlamenterên Kurd di nameyê de balê dikşînin ser wêya Fetahiyan berê 10 sal sizayê girtîgehê wergirtibûn lê piştre bi biryareke din a nû kirine darvekirin û dibêjin: ‘’Jimareke zêde ya gencên Kurd berî demeke kurt sizayên mirinê wergirtin, evna jî gumanê li ba Eyaleta Kurdistanê çêdike.’’
Di nameyê de wiha tê gotin: ‘’Pêwist e hikûmet wiha tevnegere ku navbênê bixe navbera gelê Kurd û rejîmê. Lewra em ji dadê daxwaz dikin bi awayekî ciddî van biryarên wiha diber çav re derbas bike.’’
Piştî darvekirina endamê PJAKê Hesen Hikmet Demir di sala 2007an de, 11ê mijdara 2009an jî girtiyê Kurd yê di zîndana Sine de Îhsan Fetahiyan hat îdamkirin.
Niha jî metirsî heye Hebîbulla Letîfî li girtîgeha Sine û Şêrko Maarfî ku di hucreya girtîgeha Seqiz de tê girtin, bên darvekirin. Bi giştî niha li girtîgehên Îranê 12 girtiyên Kurd di jêr tehdîda darvekirinê de ne.

No comments:
Post a Comment