19-11-2009
Rûdawnet – Mûş: Hevseroka DTPê Emîne Ayna, piştî gera doh a Agirî, îro li Mûşê bû. Ayna, di gera xwe ya Mûşê de rexne li nêzîkbûna hikûmetê ya hemberî zimanê Kurdî girtin û got: "Dibêjin wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qursan vekin. Ev înkarkirina gelê Kurd e. Em qursan naxwazin, em dixwazin zimanê Kurdî bi destûrê bê parastin û bibe zimanê perwerdê."
Gera şanda DTPê ya li Herêma Serhedê piştî Agirî li Mûşê berdewam e. Şanda DTPê ku ji Hevseroka DTPê Emîne Ayna û Endamên Meclîsa DTPê pêk tê, îro li Mûşê bi gel re hatin ba hev. Heyata DTP'ê serê sibê ji Agiriyê derbasî Navçeya Melezgîrê ya Mûşê bûn.
Hevseroka DTPê Emîne Ayna, diyar kir ku ne ji bo mitîngê hatine herêmê, ew ji bo pêvajoyê bi gel re hevpar bikin û fikir û ramanên gel werbigrin hatine. Ayna, da zanîn ku herdem dibêjin di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û domand: "Lê niha em di demeke dîrokî re derbas dibin. Lewra her çiqas peyva Kurd bikar neyînîn jî piştî 88 salan di meclisê de pirsgirêk hat niqaşkirin. Ev pêşveçûneke girîng e. Em li vir 3 tiştan girîng dibinin. Yekem, dadperwerî, maf û hiquq, duyem, wekhevî ya sêyem jî azadi ye."
Ayna, piştî Melezgîrê li Navçeya Kopê jî axiftinekî kin kir û bal kişan ser gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Onur Oymen: ‘’Ev gotin ne tenê yên Onur Oymen in, polîtîqayên CHPê ne. Çawa li ser navê me Gulten Kişanak diçe gotînên partiya me dibêje, Onur Oymen jî li ser navê CHPê ev tişt anîn ziman. Lê tenê ne CHP, zihniyeta AKPê jî wiha ye. Wate ramanên AKPê ji yên CHPê ne cuda ne. Li aliyekî AKP dibêje bila dayîk negirîn, aliyê din operasyonan didomîn e. Di nav van nakokiyan de dibêje ez bi PKK û Birêz Ocalan re tu hevdîtinan nakim. Çawa Îngîltere bi Serokê ÎRA yê re, Dewleta Îspanyayê jî bi Serokê ETA yê re diyalog çêkir, Tirkiye jî neçar e bi Serokê PKK'ê Rêzdar Ocalan re diyalogan bike."
'Divê perwerdeya Kurdî ji dibistana seratayî destpê bike û bê dan'
Ayna, bal kişand ser nîqaşên derbarê zimanê Kurdî de jî û axaftina xwe wiha qedand: "Dibêjin çareserî lê gavên vala diavêjin. Dibêjin dê 'Qursên Kurdî' vekin. Gelê Kurd vêna qebul nake. Ev înkarkirina gelê Kurd e. Wek zimanekî biyanî bi qursan tu ziman pêşnakeve. Daxwaza gelê Kurd ew e ku zimanê wi bi destûrê bê parasitin. Divê di dibistanên seratayîde dest bi perwerdeya Kurdî bê kirin.’’

No comments:
Post a Comment