Piştî hestiyê 38 PKK'îyan hate dîtin 120 malbatî serî li ÎHD'ê dan
Piştî li Navçeya Darahênê ya Çewlikê di gorek tomarî de 38 hestiyên endamên PKK'ê hatin dîtin, malbatên PKK'îyan ketin nava hewildanan û 120 malbatî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Burhan Zorooglu, diyar kir ku serlêdanên malbatan didome.
Meha borî li rex Goristana Taxa Kultur a Navçeya Darahênê ya Bîngolê, li herêma leşkerî di gorek tomarî de hestiyê aydî 38 endamên PKK'ê hate dîtin. Piştî hestî hatin dîtin, malbatên ku zarokên wan di nava PKK'ê dene bi şika hestiyê zarokên wan jî di navde bin serî li Şaxên ÎHD'ê dan. Di navbera salên 1988 û 1997'an li Çewlikê gelek endamên PKK'ê di operasyon û kemînan de bi komî jiyana xwe ji dest dan û komî hatin definkirin. Piştî hestiyên endamên PKK'ê di gora tomarî de hatin dîtin, li Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Êlihê 120 malbadî bi boneya bigêjin hestiyê zarokên xwe serî li Şaxên ÎHD'ê dan. Têkildarî serlêdanên malbatan Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu, diyarkir ku ji bo hestiyên 38 endamên PKK'ê heta niha 120 malbatî serî li komeleyê dane û 85 malbatan jî mînaka xwîna xwe dane dozgeriyê. Zorooglu, anî ziman ku 35 malbatan jî ji bo mînakên xwîna xwe bindin, serî li dozgeriyê dane. Zorooglu, destnîşan kir ku kesên li dervê welat jî serî li komeleyê dane hene.
Hestiyên 38 PKK'iyan derketibûn
Zoroolu, bang li malbatên ku zarokên wan di navbera sala salên 1988 û 1997'an de li herêma Bîngolê jiyana xwe jidest dane kir û xwest serî li komeleyê bidin û piştgiriya hiqûqî bixwazin. Zorooglu, balkişand serlêdana malbatan û wiha got: "Di serlêdanan de ne tenê malbatên ku zarokên wan di navbera salên 1988 û 1997'an de jiyana xwe ji dest dane, hemû malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û gorên wan ne diyarin dixwazin serî li komeleyê bidin. Lê em tenê serlêdanên ji bo herêma Çewlikê qebûl dikin." Zorooglu, anî ziman ku tenê daxwaza malbatan dîtina hestiyê kurê wan e û dixwazin bigêjin hestiyên zarokên xwe. Piştî hewldana Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di 11'ê cotmehê de li Navçeya Darahênê kolandina goran pêk hat. Di encama kolandina gora tamorî de gora 18 kesên di navbera salên 1990 û 94'an de jiyana xwe ji des dabûn, 4 kesên piştî sala 1994'an jiyana xwe ji dest dabûn û gora 16 kesên piştî sala 1997'an jiyana xwe ji dest dabûn hate dîtin.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment