Endamên Komên Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê yên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, doh beşdarî civînên gel ên li navçeyên Mêrdînê Midyad û Kerboranê bûn |
|
Endamên Komên Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê yên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, doh beşdarî civînên gel ên li navçeyên Mêrdînê Midyad û Kerboranê bûn.
LUDAG: EM LI SER BANGA OCALAN HATIN
Qasidên Aştiyê li Kerboranê ji aliyê girseyeke qelabalix ve hatin pêşwazîkirin.
Li Hola Civînê ya Şaredariya Kerboranê civîn hat lidarxistin û endama koma aştiyê ya Qendîlê Elîf Uludag li vir ji gel re peyivî.
"Em li ser banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 heval ji Qendîlê 24 jî ji Mexmûrê hatin. Em poşman nebûne, û li ser sînor jî me hingê got, pirseke bi vî rengî ji me were kirin, em ê îfadeyê nedin."
AKA: LI MEXMÛRÊ EZ BI KURDÎ PERWERDE BÛM
EGER PERWERDEYA BI KURDÎ NEBE ÇIMA EM VEGERIN
Paşê endamên komên aştiyê çûn Midyadê.
Li Midyadê Qasidên Aştiyê ji aliyê komeke qelebalix ve bi pankarta 'bi germahiya rojê em qasidên aştiyê silav dikin' hatin pêşwazîkirin.
Di civîna gel a li Xana Pelûşka de Bulent Aka axivî û got, behsa vebûna Kurd dikin, lê her carê navê wê diguherînin. Nexweşiyeke navnediyar wê çawa were dermankirin.
Aka bi bîr xist ku wezîrê karê hundur ê tirk Atalay û serokwezîrê tirk Erdogan timî dibêjin ew ji bo aştiyê wêrek in, û weha peyivî
lê heta niha ti gavên berbiçav neavêtine. Em dixwazin Kurdî bibe zimanekî bi qanûnan misogerkirî. Dibêjin ji Mexmûrê vegerin. Ez li wir bi zimanê xwe perwerde bûm, baş e, eger ez ê li vir nikaribin bi zimanê xwe bixwînim, ez çima werim?"
Endamên komên aştiyê paşê çûn dêr Emerê û komeleya Suryaniyan a Midyadê û der barê sedemên çûna xwe ya Tirkiyê de agahî dan rayedaran.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment