Thursday, November 19, 2009

Zarokên kurd di 'Roja Mafê zarokan' de li girtîgehê derbas dikin

Zarokên kurd di 'Roja Mafê zarokan' de li girtîgehê derbas dikin
Li Tirkiyeyê, 2 hezar û 814 zarok di '20'ê Roja Mafê Zarokên Cîhanê' de li girtîgehê roja xwe derbas dikin.

Li Cîhanê '20'ê Roja Mafê Zarokên Cîhanê" di sala 1989'an de ji aliyê Welatên Yekbûyî (YE) hate qebûlirin. Ev roj ji aliyê 193 welatan ve hate qebûlkirin. Li gorî vê rojê hemû zarokên cîhanê xwedî heman maf in. Divê hemû zarokên cîhanê li hemberî êrîş, binpêkirina mafan bê parastin û mafê zarokan ji aliyê hemû welatan ve bi zagonan bêne parastin. Ev roj her sal ev roj ji aliyê gelek welatên cîhanê ve tê pîrozkirin. Lê ev "Roja Mafê Zarokên Cîhanê" li tirkiyeyê bi piranî zarokên kurd, li girtêhan û di binçavan de derbas dikin.

Tirkiye, ligel êrîş, binpêkirin û zixtên li ser zarokan, bi girtin û cezayê li zarokan dibire jî di rêza welatên Cîhanê de ye. Bi zagona hêjmar 3713'an a TMK'ê bi sedan zarok hatin girtin. Bi vê zagonê re zarokên hatin binçavkirin û girtin derûniya wan xira bû û nexweş ketin. Zarok 2 qatî temenê xwe rastî ceza hatin û hîn jî têne darizandin.

'Li Tirkiyeyê 2 hezar û 814 zarok girîne'

Bangawazên Edaleta ji bo Zarokan, di rapora xwe ya meha xizîrana 2009'an de diyar kirin ku li Tirkiyeyê 2 hezar û 814 zarok girtîne. Di raporê de hate diyar kirin ku di sala 2006'an de ji ber TMK'ê hezar û 56 zarok, li Dadgehên Cezayên Giran hatin darizandin û di encama darizandinan de 208 zarok rastî ceza hatin. Dîsa li gorî raporê ji ber TMK'ê hezar û 56 zarokên temenên wan di navbera 12-18'an de li Dadgehên Cezayê Giran hatin darizandin. Dîsa di çarçoveya zagona TCK'ê ya hêjmar 301'an de 16 zarok di dadgehan hatin darizandin. Bi taybetî li Herêma Çukurova ji sala 2008'an heta niha 193 zarok li dadgehan hatin darizandin. Li gorî Wezareta Dadê di 31 tebaxê de, 2 hezarû 637 zarok li girtîgehan girtîne. Hezar û 230 zarok bi daxaza ceza têne darizandin û ji vana 243 zarok cezayê wan teqez bûne.

Tirkiye di rêza girtina zarokan de di rêza yekem de ye

Li gorî rapor û daneyên hatine kirin Tirkiye piştî Ukrayna û Îngîlîstanê di rêza 3'emîn de cih digre. Tirkiye li gorî nifûsê piştî Îrlandayê di rêza 2'emîn de cih digre

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment