Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKKê û PYD'ê ket roja xwe ya 21....
Li aliyê din, bi armanca piştgiriya bi girtiyan re, xwepêşandan jî dewam dikin..
Li girtîgeha Şamê Edrayê, girtiyên ji doza PKK'ê û PYD'ê 30'ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin..
Tevî nerazîbûnan jî, reyadarên dewleta Sûrî xemsariya xwe ya li hemberî mijarê dewam dikin..
Rêxistina PYD'ê ya Ewrûpayê jî, bi armanca destekdayîn, rêzeçalakiyan li dar dixe..
Bi vê armancê, sibe wê li ber avahiya parlementoya Awusturyayê xwepêşandanekê organîze bike..
Di çalakiyê de, zextên dewleta Sûrî ê cezayê îdamê yên rêjîma Îranê li Kurdan dibire, wê werin şermezarkirin..
Roja 21'ê Mijdarê jî, wê li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê çalakiyeke protestoyî pêk were...
Komîteya Amadekar ya Çalakiyê, ji tevahiya Kurdistaniyan xwest ku tevlî xwepêşandanê bibin..
Li aliyê din, komeke ji rewşenbîr, hunermend û nivîskaran bi armanca piştgirtiyê kampanya binavê "Em bi we re ne" dan destpêkirin..
Di çarçoveya kampanyayê de, wê 22'ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Oldenbergê xwepêşandanek were lidarxistin..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment