Cihê nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji yê berê xerabtir e.
Ocalan nerazîbûnên xwe yên li ser mijarê bi daxuyaniyeke kurt ji raya giştî re eşkere kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan, piştî şandina 5 girtiyên din, doh cara yekemîn hevdîtina bi Ocalan re pêk anî.
Parêzeran piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got cihê nû yê Ocalan, ji yê berê xerabtir e.
Parêzeran anî ziman ku Ocalan gotiye odeya nû, 6 metre kare ye, pencere û sîstema hewa-darkirina wê, xerabe ye.
Parêzeran got, Ocalan nerazîbûna xwe ya ji pêkanîna nû aniye ziman û gotiye: 'Cihê nû ji yê berê xerabtir e. Vê yekê jî, wekî başkirin nîşan didin. Lê belê ev ne başkirin e'.
Li gorî daxuyaniya parêzeran, Ocalan hê bi girtiyên din yên li Girtîgeha Îmraliyê re, ti hevdîtin pêk neaniye.
Parêzeran got cihê wan hevdîtina bi Ocalan re pêk dianî jî hatiye guhertin û wan hevdîtina doh li odeyeke ku 4 aliyê wê, bi caman girtiye, pêk aniye.
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan jî piştî hevdîtinê bersiv da pirsên rojnamevanan û wî jî got ku, cihê nû, ji yê berê xerabtir e.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment