|
Komkujiya Dêrsimê di rojeva Parlemana ewrûpayê de ye...
Îro, li ser mijara bûyerên 1937 û 1938 li Dêrsimê qewimîne û rola dewletê, wê konferansek were lidarxistin..
Nûnerên gelek rêxistinên Elewiyan ji Ewrûpa û Tirkiyê û rêxistinên civaka sivîl wê tevlî konferansê bibin...
Konferans ji aliyê Koma Çepgir a Parlemanê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Komeleya ji nû ve avakirina Dêrsimê ve tê organîzekirin..
Di konferansê de, dîroka Dêrsimê, siyaseta dewletê ya derbarê elewiyan de û bûyerên di 1937 û 1938'an de qewimîne wê werin nîqaşkirin..
Di beşa yekemîn ya konferansê de, komkujiya Dêrsim û siyasetên asîmîlasyon û surgunê wê werin guftugokirin..
Di vê beşê de, parlamenterê DTP'ê yê Dêrsimê Serafettîn Halîs wê axaftinekê bike..
Piştî nîvro jî, mijarên 'dîroka komkujiyên li dijî Elewiyan, bîra civakî û rû bi rûbûna dîrokê re' wê bên nîqaşkirin..
Di beşa dawî ya konferansê de, mijara endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê û huqûq û perspektîfên navneteweyî wê werin gufugokirin..
Di vê beşê de jî, parlamentera DTP'ê ya Stenbolê Aysel Tugluk û parlamenterê serbixwe Ufuk Uras wê axaftinê bikin..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment