Thursday, November 19, 2009

"SIYASETA HUKÛMETÊ YA NÛ ÎDDETÊ RED NAKE"

"SIYASETA HUKÛMETÊ YA NÛ ÎDDETÊ RED NAKE"

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan di hevpeyvîna bi ajansa nûçeyan Firatê ANFê re axivî û got, AKP bi lîstikeke mezin dixwaze Kurdan bixapîne, wan parçe bike û berde hev.

bi qebûlkirina hovîtiya li Dêrsimê, AKP bêyî ku îradeya kurdan qebûl bike, dixwaze xwe bi Kurdan şêrîn bike, bi xwe ve girê bide û bi vî awayî wan bike beşeke sîstema koledariyê."

Karayilan weha dewam kir:

Ev pêkanîn şêwazekî nermtir ê siyaseta komkujiyê ya berê li Dêrsimê pêk hatî ye.

Karayilan ev siyaset weke polîtîkaya xapandina Kurdan bi nav kir û got, ev siyaset pirsgirêkê çareser nakin, wê zehmettir dikin û ji xwe şîdetê jî red nakin.

Karayilan îşaret bi rêbazên eskerî jî kir û got, maneya vê şer e, ev yek wê şer ji nû ve bîne rojevê.

Karayilan hişyar kir ku bêyî PKKê çareserî ne mumkin e û weha peyivî:

eger dibêjin şer, wê PKKê di şer de bibînin, eger dibêjin siyaset wê PKKê di siyasetê de bibînin... Lê eger şer vê carê biqewime encam, wê ji yên berê gelekî bibuhurin. Em dixwazin her kes vê heqîqetê baş bibîne...an na, wê çareseriya pirsgirêkê zehmettir bibe.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment