Monday, November 2, 2009

Jiyana Zaro Axayê emirdirêjtir Kurd bû pirtûk



AMED -- Çîroka Zaro Axayê Betlîsî ku 160 sal jiya, cara ewil e ku weke pirtûk hate weşandin.

Pirtûka ku ji aliyê Rohat Alakom ve hate nivîsandin û Weşanxaneya Avestayê çap kir, ji 136 rûpelan pêk tê. Di şexsê Zaro Axa de li ser jiyana kurdên li Stenbolê tê sekinandin. Di pirtûkê de nêzî 50 wêne, karîkatur, kartpostal, kupirên rojnameyê û materyalên din ku jiyana rengîn a Zaro Axa vedibêje hatin bikaranîn.

Li gorî agahiya di Ansîklopediya Stenbolê ya di 1995’an de hate weşandin, Zaro Axa ku di 1774’an de li Betlîsê hatiye dinyayê û di 1934’an de li Stenbolê miriye, weke mirovê herî temendirêj ê dinyayê cihê xwe di dîrokê de girtiye. Zaro Axa di ciwaniya xwe de tê Stenbolê û li wir hemalî, emeletî dike. Ji Ewropa û Amerîkayê gelek hekîm ji bor aza temendirêjiyê hîn bibin, tên Zaro Axa muayene dikin.

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment