Monday, November 2, 2009

"Ger perwerdehiya kurdî nebe dê welat perçe bibe"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Gençay Gursoy, diyar kir ku kurd dê şerteke ku perwerdehiya bi kurdî neyê dayîn qebûl nekin û wiha got: “Ger mafê perwerdehiya kurdî neyê dayîn, dê welat perçe bibe.

Avakirina şert û mercên hevpar encax dikare kurd û tirkan li ba hev bihêle. Ger mirov di perspektîfa pêşerojê de li meseleyê binêre, mirov dibîne ku perwerdehiya bi kurdî dê şertên pêkvejiyanê amade bike.”

Serokê TTB’ê Prof. Dr. Gençay Gursoy ku ji bo beşdariya Rojên Bijîşkiyê yên Mezopotamyayê hate Diyarbekirê, derbarê pirsgirêka kurd û çareserkirina wê de wisa got;"

- Wê çaxê hawirdoreke ku mirov bi hêsanî bikaribe pirsgirêka kurd nîqaş bike tunebû. Lê em fikirîn, me got gelo ev hevdîtina me dikare bibe destpêkeke û bi vî awayî em li ser navê rewşenbîran çûn axivîn. Em baş hatin pêşwazîkirin. Em li ser nasandina mafên kulturî, serbestbikaranîn û azadiya axaftina bi zimanê kurdî, vekirina enstîtuyên kurdolojiyê, sekinandina xwînê û pêngavên mîna van axivîn. Serokwezîr got “pirsgirêka kurd pirsgirêka min e.” Weke ku dê derbarê van hemû mijaran de helwesteke baş nîşan bide dixuya. Lê pêşveçûnên piştre wisa çênebûn. Piştre serdana Serokwezîr a Diyarbekirê hate rojevê. Baş nehate pêşwazîkirin. Krîza alê derket. Lê jixwe bibiryariyekî wî jî tunebû. Piştre tundî bi pêş ket û wexteke pir dirêj hate wendakirin. Di nava 4 salên bihurî de bi hezaran kes mirin.

- Di roja me ya îro de hêvî careke din geş bû. Wisa dixuye ku îradeyeke siyasî ya ji 2005’an xurtir heye. Lê niha tenê dixuye. Em li bendê ne. Ev pêşveçûn girîng in, civîna (Qesta wî Rojên Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê ye) ku em çêdikin xizmeta vê dike. Daketina mirovan a ji çiyan erênî ye, ev gavên wêrekî ne.
- Di vê serdemê de mirov nikare astengkirina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî biparêze. Belê, dibe ku hin astengiyên makeqanûnî hebin. Lê ev ne tiştên neçareserkirinê ne.

- Serê pêşîn dikarin weke dersa hilbijêr perwerdehî bidin. Bi wêrekiya ku ji wê hate girtin gavên din dikarin bavêjin. Dema mirov li mînakên cîhanê dinêre, ger bi zimanek perwerdehî neyê dayîn, ne mimkûn e ku ew ziman bi pêş bikeve. Gelek mînakên wê hene. Ger daxwazeke wiha hebe, kes nikare van daxwazan nebîne. Perwerdehiya kurdî aliyê neteweyî ya Tirkiyeyê qels nake. Divê mirov tirseke wisa mezin neke. Tirkiye welatekî bi hêz e. Rêlibervekirina pêkvejiyanê mimkûn e. Lê bi projeyên ku baş nehatine amadekirin ne mimkûn e, divê mirov gav bi gav, bi avakirina bingehek tevbigere.

- Ger mafê perwerdehiya kurdî neyê dayîn dê Tirkiye perçe bibe. Avakirina şert û mercên hevpar encax dikare kurd û tirkan li ba hev bihêle. Ger mirov di perspektîfa pêşerojê de li meseleyê binêre, mirov dibîne ku perwerdehiya bi kurdî dê şertên pêkvejiyanê amade bike. Mînakên cîhanê jî wisa dibêjin. (çavkaniya giştî: ak nes)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment