Monday, November 2, 2009

Serokên DTP’î li Diyarbekirê civiyan

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Partiya Civaka Demokratik (DTP) ku, ji ber pêşwazîkirina “komên aştiyê” yên Qendîl û Mexmûrê tê rexnekirin, bo sazkirina stratejiyek nû li Diyarbekirê civiya.

Di bin seroktiya Hevseroka DTP’ê Emine Ayna de , duhî li Salona Konferansê yê Şaredariya Baglarê bi tevlibûna serokên bajaran, şaredar û serokên meclîsên bajaran civînek hate lidarxistin. Çavlirêye ku, di civînê de pêşketinên derbarî “pêşvekirina demokratîk” û çareserkirina pirsa kurd dê bêne nîqaşkirin û bo xebatên pêş nexşerê bête sazkirin.

Her wiha komên aştiyê ku ji vir û pêve dê çawa bêne pêşwazikirin jî dê civinê de bête nîqaşkirin û teşeya wê derkeve holê.

Civîn ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin û dê 2 roj bidome. Çavlirêye ku di dawiya civînê de dê daxuyaniyek bête dayîn.

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment