Monday, November 2, 2009

Roj TV: ÇÛYINA KOMÊN AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK MEŞA JI BO PIŞTGIRIYA KOMÊN AŞTIYÊ

ÇÛYINA KOMÊN AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK MEŞA JI BO PIŞTGIRIYA KOMÊN AŞTIYÊ
Kurdistanî li Stenbolê ji bo piştiriya Komên Aştiyê meşiyan. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, hukumeta AKPê û rêveberiya CHP û MHP'ê jî şermezar kirin.

Meş doh êvarê li ser banga Însiyatîfa Gel li navçeya Stenbolê Arnavûtkoyê pêk hat. Rêveberên DTP'ê yên navçeyên Arnavûtkoy, Sultangazî, Gazîosmanpaşa û Eyubê jî di nav de, bi sedan kes tevlî meşê bûn. Bi sedan kesên li ber avahiya DTP'a Arnavûtkoyê civiyan, bi hildana pankarta li ser nivîsandî, 'Nasnameya Azad, Rêberê azad û Xweseriya Demokratîk' ber bi Mizgefta Navendî dest bi meşê kirin. Girseyê siloganên dilsoziya bi Ocalan re û destekkirina qasidên aştiyê gotin û peyama 'muxatebê çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e' da. Piştî meşê Kutbettîn Kizildag li ser navê Însiyatîfa Gel axivî û ji bo gelê Kurd bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kizildag bi bîr xist ku li ser banga Ocalan, Komên Aştî yên Qendîl û Mexmûrê çûne Tirkiyê û got: 'Gelê me, bi pêşwazîkirina bi heybet, daxwaza aştiyê anî ziman. Lê belê yên ku xwe li pêşwazîkirin ranegirtin, hatina Koma Aştiyê ya Ewrûpayê asteng kirin'. Kizildag ji AKP, CHP û MHP'ê xwest ku hewldanên çareseriyê asteng nekin. Girseya kombûyî dûre jî, heta avahiya DTP'ê meşiya û li wir dawî li çalakiya xwe anî.

No comments:

Post a Comment