Tuesday, November 3, 2009

Ekinci: Helwesta muhalefetê kifş bû

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 03. Mijdar 2009
löjl
güncel Nivîskar û parlementerê berê Tarik Ziya Ekîncî hewildanên provokekirina pêvajoyê ya ji aliyê muhlefetê ve nirxand û diyar kir ku sedema vê yekê, helwesta Hikûmeta AKPê ye.Hewildanên provokekirina partiyên wekî CHP û MHPê ya pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd di nav civakê de dibe sedema gengaşiyan. Parlementerê berê û nivîskar Tarik Ziya Ekîncî balkişand ser hewildana van partiyên ketine nav xebata bilindkirina pêla şovenîst û nijadperestî. Ekîncî helwesta Hikûmeta AKPê ya vê pêvajoyê de jî rexne kir û wih got: Ligel ku hikûmetê dizanî dê bertekek wiha ji hêla van derdoran ve bê jî tedbîr negirtine. Bingeha hatin koman ava ne kiriye.
Li ser mijarê Ekîncî da zanîn ku labimbûy hikûmetê berî hatina koman rayagiştî amade bikira û wiha pêde çû: Ku amadekariyek wiha hebûya dê ev bertek bihatana bertarak kirin. Diviya di nav demek dirêjtir de ev bingeh bihata avakirin. Berî van amadekariyan dawetkirina komên aştiyê xeter bû. Ku Xala 221an bihata rakirin û hind xalên Makezgonê bihatana guhartin dê bingeha hatina koman rihetir bûye. Ji ber tunebûna vê bingehê hind bertek di dema hatina koman de hate nîşan dan. Di serî de kifş bû ku muhalafet dê provokasyonê bike. Lazim e li gorî vê rastiyê bingeh bê amadekirin û tedbîr bên girtin.

Pêşwazî nebûya jî dê muhalefetê heman tişt bikira

Ekîncî anî ziman ku dumehan têrê nekiriye û wiha domand: Hewildanek du mehan têrê nekir. Tu amadekarî nehatin kirin. Lazim e pêşwazîkirin jî wekî şov û xwepêşandanê neyên famkirin. Pêşvazîkirina nebûna jî dê muhalefetê heman tişt bikira. Ji ber vê yekê sedema rewşa derketî holê ne DTP û pêşwazîkirina wê ya di coşa cejnê de, bêtedbîriya hikûmetê bi xwe ye. Berpirsyarê xeletiyên derketîn holê bi tevahî hikûmet e. Niha ji bo koma ji Ewropayê bê jî tiştek neyê kirin jî dê heman şovenîzm bê kirin. Lazim e hikûmet bingeha siyasî û civakî û zagonê amade bike.

Divê hikûmet pêvajoyê ji gel re bêje

Têkildarî xebatên pêşerojê jî Ekîncî diyar kir ku lazim e hikûmet wekî bernameyek hilbijartinê li bajar û navçeyan bigere û pêvajoyê ji gel re vebêje. Ekîncî wiha pêde çû: Divê bingehek wisa bê amadekirin ku kurd û tirk aştiyê wekî bira bi hev re pîroz bikin. Herkes perîşan bûye. Tahrîk kirina malbatên leşkeran û derxistina wan a kuçeyan tiştekê naguherîne. Lazim e hikûmet nîşan bide ka esil cudakariyê kî dike. Divê rewşa muhlefetê ji gle re bêje. Ji bilî vê tu çareseriyên din tunin.

No comments:

Post a Comment