HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Bi nêzik bûna hilbijartinên li Iraqê û hewlên paşve xistina hilbijartinan li bajarê Kerkûkê nîqaşên derbarê mijara Kerkûkê de gûrtir kir. Siyasîyê kurd Dr. Mehmûd Osman weha da zanîn, ku Amerîka destwerdanê di nava pirsa kerkûkê de dike û bi pestanên xwe, rewşa siaysîya evî bajêrî aloztir dike.
Dr. Mehmûd Osman ji radiyoya Dicle re da xuyakirin, ku berpirsên Amerîka zextan dixin ser kurdan, da ku wan bi çareyên pêşinyarkirî razî bikin.
Mehmûd Osman got: kurd evê çendê qebûl nakin.. divê Amerîka destwerdanê di nava kar û barên kerkûkê de neke.. em gelekî jî dilgiran in, ji ber ku Amerîka pestanan li kurd dike.
Mehmûd Osman weha jî got: Amerîka alîgir e û dixwaze kurd dev ji mafên xwe berdin.. kurd evê çendê qebûl nakin.. Amerîka bi evê destwerdana xwe û pestanên ku bi ser kurd de dihîne, pirsa kerkûkê aloztir dike. F.Rewandizî:"Pêşniyara NY-ê ya derbarê tirkmenan de li dijî destûrê ye"
Firyad Rewandizî:"Welatên cîran lêdixebitin ku bi rêya balyozxaneyên xwe dest li qanûna hilbijartina Iraqê wer bidin û ji bo wê armancê jî balyozxaneya Tirkiyeyê alîgiriya tirkmenên Kerkûk û ereban dike, berdewam telefonî berpirsan û serokê parlamentoya Iraqê dike, heta duhî jî telefonî serokê parlamentoya Iraqê kiriye û daxwaz jê kiriye fişarê bixe ser kurdan daku pêşniyara UN’ê qebûl bikin ku daxwazê dike kursiyeke zêdetir ji ereb û tirkmenan re bê dayîn."
Hevpeymaniya Kurdistanê pêşwaziya Neteweyên Yekgirtî û Amerîkayê ya derbarê Kerkûkê de ku daye kutleyên parlamentoya Iraqê, red kir.
Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ya di parlamentoya Iraqê de Firyad Rewandizî ji PUKmedia’yê re qala astengiyên li ber projeqanûna hilbijartina Iraqê kir û got:” Welatên cîran lêdixebite bi rêya balyozxaneyên xwe dest dest li qanûna hilbijartina Iraqê wer bidin û ji bo wê armancê jî balyozxaneya Tirkiyeyê alîgiriya tirkmenên Kerkûk û ereban dike, berdewam telefonî berpirsan û serokê parlamentoya Iraqê dike, heta duhî jî telefonî serokê parlamentoya Iraqê kiriye »daxwaz ji serokê parlamentoyê kiriye fişarê bixe ser kurdan daku pêşniyara UN’ê qebûl bikin ku daxwazê dike kursiyeke zêdetir ji ereb û tirkmenan re bê dayîn.Lê bê guman me daxwaza UN’ê red kir çimkî digel destûra Iraqê û pîvekên hilbijartinan li her welatekî cîhanê nakok e.”
Rewandizî got:” Digel destûrê nagunce çimkî ji ji ereb û tirkmenan re kursiyek hatiye dabînkirin, bexşîna kursiyên kotayê li Kerkûkê ne desthilata UN’ê ye ne jî çi qanûneke dikare tiştekî wiha bike. Çimkî kursî divê ji aliyê hêzên siyasî ve bê bidestxistin.Lewra me daxwaz ji UN’ê kir ku ji nû ve çav li pêşniyara xwe bigerîne çimkî pêşniyar a ereb û tirkmenên Kerkûkê ye, ne pêşniyarek e ku ji bo kurdan hatibe kirin.”
Rewandizî wiha dom kir:” Em wek Hevpeymaniya Kurdistanê dixwazin hilbijartina li Kerkûkê di dema xwe ya diyarkirî de wek parêzgehên din ên Iraqê û li gor tomara dengderan a sala 2009’ê bê pêkanîn.” Azad Berwarî: Em li dijî ewê yekê ne ku qanûneka taybetî ji Kerkûkê re bê danîn
Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Azad Berwarî di daxuyaniyekê de tekîd li ser helwestê herêma Kurdistanê kir, ku nabe tu rewşeke tabet bidin Kerkûkê û pêwîste Kerkûk jî weke hemû parêzgehên dinên Iraqê beşdarî hilbijartinan bibe...
- Destûrê niha yê ku Iraq kar pê dike hukimî le ser peywendiyên me li gel Bexdayê dide.
- Serdana Nurî malikî serokê wezîrên Iraqê bo herêma Kurdistanê, tenê serdaneke giştî bû bo xweşkirina rewşa hebû, lê di rêalîteyê de tu tiştek nehatiye guhertin û hemû arîşe weke xwe mane û me hest bi wê yekê nekir ku Malikî di çaerserkirina pirsgirêkan de cidî ye. Arîşeyên ku di navbera me de hene destûrî ne, ew ne piroblemên kesî yan wezîrekî ne.
Li dor hilbijartinên Iraqê jî Berwarî tekîd li ser ewê yekê kir, ku çareserkirina pirsa hilbijartinan li Kerkûkê dê wisa çareser be ku weke hemû parêzgehên dinên Iraqê, li Kerkûkê jî hilbijartin bên kirin. Ew qanûna li ser parêzgehên din di meşe gereke li ser Kerkûkê jî eynî qanûn be.
- Em li dijî qanûneke taybetin bo hilbijartinan li parêzgeha Kerkûkê.
- Aliyê siyasî, dîrokî û cografiya parêzgeha Kerkûkê, ew bi serê xwe meseleye û têkelî bi hilbijatinan ve nîne. Eger ne, em li herêma Kurdistanê li dijî pêkanîna 18 bazineyên hilbijartinan in û em da daxaza ewê yekê bikin, ku Kurdistan hemû yek bazineyê hilbijatinan be. Mesele di esasê xwe de siyasî ye. (HAWAR NET.com / ajansan / puk media)
© HAWAR NET 200

No comments:
Post a Comment