Tuesday, November 3, 2009

Hikûmeta AKP giraniya pirsgirêka Kurd nizane


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk di axaftina xwe ya koma partiyê de diyar kir ku wan hikûmet neçarî gav avêtinê kiriye lê hikûmet di ferq û giraniya pirsgirêkê de nîne. Turk hatina komên aştiyê bi bîr xist û wiha got: "Piştî hatina van koman derket holê ku hikûmet bi çavê asayîş û ewlehiyê li meseleyê dinêre û bi xwedî lê derketina gel hesaba xelet ne ji Bexdayê ji Silopiyê vegeriya ye." Turk nerazîbûn nîşanî belgeya li hemberî partiya wan hatiye amadekirin jî da û bi bîr xist ku hikûmet ji bo hewildana darbeyê ya li hemberî partiya xwe qiyametê radike lê li hemberî plana li dijî DTP'ê bi cih hatî dengê xwe dernaxe.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di civîna koma partiyê de meseleyên siyasî û ên di rojevê de nirxandin. Turk di pêşiya axaftina xwe de sersaxî ji kesên bi boneya şewba berazan û lehiyê jiyana xwe ji dest dane, xwest. Turk xwest ku hikûmet li hemberî lehiyê tedîran bigire û Sêrtê ku bandorek mezin ji lehiyê dît, wekî qada afetê îlan bike. Tirk balkişand ser 86'emîn salvegera damezirandina komarê û wiha got: "Tirkiye ketiye riya hevrûbûna paşeroja xew û demokratîk bûnê. Civak dixwaze nijadperestiyê pirsiyar bike û rastiyê bizane. Nijadperestiya bi salan kurd û cudahiyên din wekî dijmin nîşan dayî niha li ber têk çûnê ye. Civak êdî dibîne ku ev nijadperestî zilmek mezin e. Ji bo pêşiya Tirkiyeyê vebe em bi muhalefetek berpirsyarî piştgiriyê didin hikûmetê. Hêj jî ligel hemû neyîniyên hikûmetê, xeyal şikestina me, nezanîna bername û niyeta hikûmetê jî em dixwazin îktîdara siyasî bikişînin ser riya çareseriyê. Hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dê AKP'ê bikişînin ser xetek demokratîk. Bi feraseta demokrasiyê ya AKP'ê guherîn çênabin."


'AKP giraniya meseleyê nizane'


Li ser mijarê Turk xwest ku hemû derdorên demokratîk di warê çareseriya pirsgirêkê de zorê bidin AKP'ê û wiha domand: "Fikarek û hesabek me ya hilbijartinê tune ye. Fikara me ya deng windakirinê tune ye. Em ji bo hemû Tirkiyeyê aştiyê dixwazin û azadiyê hêvî d ikin. Daxwaza me ya wekhevî û edaletê heye. Derdê me yê demokrasiyê heye û em tu caran ji vê gav paşve naavêjin. Lê em dibînin ku hikûmete cidiyet û giraniya meseleyê hêj nizane. Hikûmet nizane ku dest diavêje pirsgirêkek di sed salên dawiyê de damgeya xwe li hemû qadên jiyanê yên Tirkiyeyê daye. Çareseriya pirsgirêka kurd bi nûkirina hemû çawaniyên dewletê pêkan e. Ligel vê yekê jî Wezîrê Karên Hundir bi israr pêvajoyê wekî pirsgirêka ewlehî û asayişê dibîne. Ji xwe pirsgirêk di encama vî mantiqî de heta îro hatiye. Bi nêzîkatiyek wiha pirsgirêk nayê çareser kirin. Lazim e ev qas bi psîkolojiya civakê nelîzin. 30 sale êş tÊn kişandin û heman tişt tên dubare kirin. Divê ev qas sahanî negirin dest. Em li vir hikûmetê hişyar dikin û dawetî cidiyetê dikin."

'Hikûmet dixwaze bêîradebûna xwe bavê stûyê DTP'ê'

Li ser mijarê Turk da zanîn ku aji bo çareseriyek mayîn de lazim e DTPê beşdarî pêvajoyê bikin û wiha pêde çû: "Bi DTP'ê de tu diyalogê nadanên. Ji ber ku meznahî û giraniya pirsgirêkê nayê zanîn. Gotinên hikûmetê yên wekî 'Em dê çareser bikin, xwîn dê rawest e' tên wateya ku dê bêmuhatab hewil bidin çareser bikin. Lê aşkera ye ku hikûmeta nikare hewceyiyên civak û gelê me îro pêşwazî bike. Niha dixwaze neserkeftina xwe bavê stûyê DTP'ê. Hikûmet dixwaze bêîradebûna xwe bi DTP'ê kamûfle bike."

'Çima hikumet li hatina koman xwedî derneket?'

Turk, têkildarî rexnêyên derbarê hatina Komên Aşîtiyê yên li hemberî DTP'ê jî nirxand wiha got: "Gelo hikumetê çima di nava hewdana çaresrkirinê de çi hibû ku pêşketinên bi hatina Komên Aşîtiyê re hatin jiyîn angaşt ku pêvajo tehrîp kiriye?." Turk, daxuyand ku hatina Komên Aşîtiyê ji bo bi dawîkirina mirinan û çareserkirna pirksgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aşîtiyane, destpêkek girîng bû û wiha axivî: "Çima hikumet ji lêzbûna pêvajoya aşîtiyê ya bi hatina koman nerehet dibe?" Turk, anî ziman ku lazime AKP'ê li pêvajoyê û hatina Komên Aşîtiyê xwedî derketana û wiha dom kir: "Kurd bi armanca tijî kirina naveroka pêjoyê ji ber înîsiyatîf girtin, hasabên siyaseta hikumetê yên teng derxist halo. Hetina koman û sekna gel, rêya çareseriya li hikumetê ferz kir." Turk, bi bîr bir xist ku kurdan bi hatina koman peyama "Tu vîna me ji nedîtî werî, nakarî pirsgirêkê çareser bikî" da û wiha pêde çû: "Suçdarkirina hikumetê a DTP'ê ji bo veşartina vîna gel a tevgerkirî ku derket holê û peyamana di warê çareserkirinê de ye.

'Ji ber hesabên çewt ji Xaburê vegeriya hikumetê dest bi êrîşan kir'

Turk, bi lêv kir ku sekna kurdan a pêşwazîkirina Komên Aşîtiyê plana Hikumeta AKP'ê ya "Ez dê hemû tiştî li gorî xwesteka xwe bikin" vala derxistiye û wiha got: "Vê carê hesabên şaş ji Bexdayê na ji Silopiyê vegeriyayê. Ji ber wê jî DTP kirin armanca êrîşan." Turk, derbirî ku lazime hatina Kamên Aşîtiyê were nîqaşkirin û da zanîn ku hikumet di operasyon û neçareserkirinê de israr dike û hesasiyetên gelê kurd dixin bin linga. Turk, got ku bi êrîşên li hemberî DTP'ê dixwazên mîlyonan ên aşîtiyê û bûyîna hemwelatiyên azad mahkum dikin. Turk, anî zina ku hikumet hewl dide vîna DTP'ê bişkîne û wiha dirêjayî da axftina xwe: "Dixwazin me tasfiye bikin. Her wiha heqaretan li gel dikin. Li aliyê kî heqaretan dikin û tu hesasiyetên 20 mîlyonî li ber çavan nagirin. Ji coşa li Silopî jî ya aşîtiyê jî bi heqaretan di bersivînin û qala 72 mîlyonunî dikin. Ma di nava wan de kurd nînin? Dê hesasiyetên kurdan çawa bin? Ev yek ne cûda parêziye?"

'Bê muhatap pirsgirêk çaresernabe'

Turk, diyar kir ku gavên hikumetê yên siyasî dema ku bi muhatabên pirsgirêkê ve ne gihijin hev şansê vê yê serketin tûneye. Turk, ji hikumetê xwest ku di 10'ê mijdarê hem ramanên xwe hem jî mijarê aşkera bike û niqaş bike.

Turk, têkîldarî belgeya mudahileya li siyasetê jî tê kirin rexne kir ku şert nîne belge şexte be an ne be û bal kişan de li ser darbeyên 12'ê adarê, 12'ê îlonê, 28 sibatê û 27 nîşanê. Turk, destnişan kir ku nîşanên darbeyê bûyerên kiryar nediyar yên li herêmê û şerê li ser erdnîgariya kurdan tê kirin nîşan da. Turk, bilêv kir ku heya neçin ser van darbeyane û bi van re têkoşînekê nedin meşan din tu tişt bi dest naxin. Turk, da zanîn ku ev yek ten jî teran nake divê civakekî azad û demokratîk bê avakirin ev yek jî incax bi derbeyan re bikevin lêpisînê çêbibe. Turk, anî ziman ku plana derketîye holê hedefa wê DTP, kurd û muhalfên din in. Turk, destnişan kir ku ev plan 2 sal ber derketî bû holê lê hikumetê plan û belge bindest kiribûn û wiha got: "Serokê CHP'ê Baykal 2 sal berê gotibû dema ku belge rast derkeve dê Serfermandar îstîfa bike. Dêmek Baykal, di zanîn ku belge windabûye lewma bi aveyî teqez xeber dîda. Lê dema ku belge ya rast derket baykal çi dibêje? Yek car gotinên xwe guhartin. Gotinên xwe yên îstîfayê bîrkirin."

'Plana têkildarîe DTP'ê pêk tê'

Turk, anî ziman ku heta CHP cil û bergê xwe neguhere nikare sivîl bibe û wiha got: "Feraseta AKP'ê bi plan û pêkanînên li dijî DTP'ê defîşre bûye. Li dijî plana xelaskirina DTP'ê qet dengê xwe dernaxe. Her wiha piştgiriyê dide vê planê. Piştre jî operasyonên siyasî û hiqûqî dide destpêkirin. Ev operasyon perçeyekî vê planê ne. Kuştina Ceylan û êrîşên li ser gel di çarçoveya vê planê deye. Ma ne hikûmet berpirsiyarên van planan tevan e. Bê guman berpirsiyarên van êrîşan tevan hikûmet e. Em ji Erdogan dipirsin. Heta niha ka we li hemberî van êrîşên li dijî DTP'ê û kurdan çi kiriye? Heta niha qet dengê hikûmetê li hemberî van êrîşan derneketiye."

'Em dê sibê gilî bikin'

Turk, anî ziman ku ji bo AKP cihê xwe saxlem bike, plana ku kurdan û DTP'ê bînê çogê pêk tinê û wiha got: "Wer xuyaye ku plana kurdan û DTP'ê bîne rêzê AKP kiriye rêzê. Turk, destnîşan kir ku plana AKP'ê ya li dijî DTP'ê bi ser neketiye û wiha dom kir: "Edî em ji gotinên AKP'ê yên 'Em têkoşîna demokrasiyê dimeşînin' bawar nakin. Heta ku makezagon neyên guhertin, nikarin ji bin bandora leşkeriyê derkevin. Heta ku makezagon neyên guhertin artêş dê li pêşiya demokrasiyê asteng be. Heta ku pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û aştiyane pêk neyê demokrasî pêk nayê." Turk, da zanîn ku dê sibê li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li gel 100 parêzeran gilî bikin. Turk, xwest bûyerên rojhilatên firatê jî zelal bibin. (Dîha)
© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment