Rûdawnet – Enqere: Mamosteya Fakulteya Ragehandinê ya Zanîngeha Enqerê Doç. Dr. Çîller Dursun diyar kir ku weşan û zimanê çapemeniyê bi helwest û polîtîkaya desthilata heyî ve girêdayî ye û got: "Zimanê desthilatê û siyasetmedaran ê maşo hêzê dide weşanên çapemeniyê. Ev helwesta otorîter û fermanî di çapemeniyê de jî li dijî jinan tê bikar anîn." Dursun ragehand ku êrîşa li hemberî jinên Kurd û femînîstan ji ber têkoşîna wan a ber bi çav e. Zimanê nijadperestî, cudakarî, şoven û zayendî yê çapemeniyê û siyasetê di demên dawî de di serî de li dijî Kurdan û cihêrengiyên din tuntir bû. Herî dawî qeşmêrê bi navê Serdar Turgut di bin navê rojnamegeriyê de heqaretên exmeqî û bêexlaqî li Kurdan kirin. Mamosteya Fakulteya Ragehandinê ya Zanîngeha Enqerê Doç. Dr. Çîller Dursun derbarê helwesta çapemeniyê ya li hemberî cudahiyan û têkiliya wê ya bi polîtîkayên hikûmetê re nirxandin. Dursun da zanîn ku zimanê fermanwarî, otorîter û zilamî hêzê dide çapemeniyê û ev yek jî di asta heqaretê û tundûtûjiyê de derdikeve holê: "Îro desthilata siyasî bi awayekî berbiçav vê pirsgirêkê sor dike. Zimanê çapemeniyê yê di vî warî de cudakar rewa dike." 'Profîla siyaset û çapemeniya Tirk ji mêran pêk tê' Li ser rewşa mêran a çapemenî û siyaseta Tirk jî Dursun nerînên xwe wiha anîn ziman: "Dema desthilat wekheviya jinan û civakê bixwaze çapemenî nikare zimanekî hewqas tundirew bikar bîne. Zimanê desthilatê yê cudakar li ber çavan e. Ev bandorê li ser çapemeniyê jî dike. Ji ber vê yekê çapemenî û siyaset di nav hev de ne. Ev rejîmeke dijberî jinan e. Serokwezîr Erdogan gotina, 'Diya xwe jî hilde here' û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç li Manîsayê ji cotkaran re got 'Hûn wek keçên di mal de mane e ' bikar anî. Ev gotin hêzên didin ên wekî Fatîh Altayli, Hasan Pulur û Serdar Turgut. Gotinên van rewa jî dike. Lê di demên dawî de bi awayekî zelal êrîş li dijî zayenda jinê hene. Ev di nav jinan de dibe sedema nerihetiyeke mezin." 'Rewşa jinên Kurd dijwar e' Dursun daxuyand ku tişta ji vê xetertir jî rejîmeke cinsî ya veşartî li hemberî jinan tê meşandin û wiha pêde çû: "Ku ev rejîma hişmendiya mêranî nebe, kesên di medyayê de jî hewqasî ji rê dernakevin. Tu caran mêr xebatekê ji bo berjewendiya jinan nakin. Lê xebatên jinan ên di qada azadiya jinê de girîng in. Ev mesele jî kedek mezin dixwaze. Li Tirkiyê jin bûn gelek dijwar e. Di pêvajoya dijwar a ku Tirkiye têre derbas dibe rewşa jinên Kurd dijwartir û zortir dike. Rewşa jinên Kurd hem di warê jinbûnê de û hem jî di warê Kurdbûnê de pir zor e. Ji ber ku li Tirkiyê gelek caran dengê wê hatiye birîn, zordarî lê hatiye kirin û bi gelek pergal û mekanîzmayan hatiye bindest kirin. Bi taybetî li herêmê ev astengî bi astengiyên feodalîzmê re jî tên cem hev. Li ser vê mijarê Tevgera Jinên Kurd çi dike, nagihe me. Ev tên peçavtin. Zordariyên niha li hemberî Tevgera Jinên Kurd, femînîst û jinên têkoşîn didin ji ber bilindkirina vê tekoşînê û xebatên ber bi çav e. Lê têkoşîna li hemberî vê rewşê cihê hêviyê ye."
Wednesday, November 4, 2009
‘’Êrîşa Li Dijî Jinên Kurd Jiber Tekoşîna Wan a Berbiçav e’’

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment