Wednesday, November 4, 2009

Erdogan Dixwaze Pirsgirêka Kurd Bi Xala 221an Çereser Bike!

04-11-2009

Rûdawnet – Enqere: Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, bi sedema Grubên Aştiyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin bêyî ku nav bide DTP tawanbar kir. Erdogan, pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka "terorê" nirxand xwest Grubên Aştiyê di çarçoveya xala 221an de vegerin Tirkiyê. Serokwezîr Recep Tayip Erdogan, di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û diyar kir ku enflasyon wek hûtekê mezin bibû û welatî dişeland. Erdogan, îdîa kir ku Tirkiye ji enflasyona mezin rizgar kiriye û aboriya Tirkiyê gelek baş kiriye. Erdogan, destnîşan kir ku wan di qada aborî de li Tirkiyê şoreş pêk anîye û wiha axivî: "Em li hemberî belgeya ku derket holê bê deng neman. Me got em li hemberî belgeyeke ku li dijî partiya me bê deng namînin. Tu tişt di tarîtiyê de nemaye û namîne. Divê em hesas bin. Heta sûç li ser kesî neyê tespît kirin, em ne xwedî maf in bêjin tu tawanbar e." Erdogan, hatina Grubên Aştiyê bo Tirkiyê jî rexne kir û pêşwazîkirina gruban wekî liberçavnegirtina hesasiyata rojavayê Tirkiyê nirxand: "Di nava vê projeyê de gelek mijar hene. Di serî de pirsgirêk pirsgirêka terorê ye. Li hemberî nîjadperestiya herêmî, olî û etnîkî xetên me yên sor hene. Me xizmetek mezin bir Rojhilatê Behra Reş. Xebatê me dom dikin. Li Tirkiyê pirsgirêka kêmnetewan heye. Derbare mafên bingehîn pirsgirêkên aborî hene. Hin derdor ji xwînê û hêstirên çavan xwe didin jiyandin. Hinek kes hesasiyeta Tirk û Kurdan li ber çavan nagrin. Hesasiyeta şehîd û gaziyan li ber çavan nagrine." Erdogan, daxwiyand ku AKP tu car li gel kesên îlegal û rêxstinên îlegal runeniştine û rûnanên. Erdogan, destnişan kir ku muxatabên wan rêxistinên legal û kesên legalin. Erdogan ji malbatên şehîdan û dezgehên sivîl jî xwest ku nebin lîstokên hinek kesan û wiha got: "Dibêjîn Serokwezirê mîn dê kengî xwîn raweste? Êdî kengî tabutên bi al nayên? Ez bang li hemû kesan dikim bi sebirbin." Erdogan, derheqê bûyerên li Bursa û Dîlok yên li dijî Diyarbakirsporê hatine kirin jî wek provokasyon bi nav kir û got divê tu kes tiştên pêvajoyê têk bibin nebêjin û xwest rêveberên Diyarbakirsporê jî bi hestiyar nêzîkî meselê bibin. Pêdagiriya madeya 221 Erdogan, derbarê pêngavan û gotina wi ya "Wê di serî de destpêbikin" ji wiha axifî: "Dema min got emê di serî de dest pê bikin min ji bo hatinan ramana xwe ani ziman. Ne ji bo gavên demokratik. Emê heta dawî biçin. Dema hatin bibe şov em rê nadin. Me yên ji Ewrûpayê tên rawestandin, Kesên hatine vir wek bi fermandariya kesekî ne. Kesên bi zangona 221'an ên tevlî çalakiyan nebûyî bila bên. Em wan wek terorîst nabînin û naxwazin bibînin. Em bangî hemû kesan dikin ku li hemberî vê pêvajoyê bi hestiyar bin. Projeya Yekîtiya Netewî temame. Dê hefteya bê roja sêşemê bê parlamen. Bila opozîsyon hemû tiştan bêje em jî dê nişeyên xwe bigirin."

No comments:

Post a Comment