Kawa Emîn
Rûdawnet – Swêd: Di rojên 28-10 heta 01.11. 2009an, Partiya Sosyal-Demokratên Swêdê kongra xwe ya asayî ya 36`an bi dirûşma ''Kongra Kar'' lidarxist. Seroka Partiya Sosyal-Demokratên Swêdê Mona Salîn ku bo çar salên din jî bo serokatiya partiya xwe hat hilbijartin, kongre bi dirûşma ''Em bihevre bihêz in, em dixwazin welatê layiqîtiyê damezrînin'' vekir û tê de pêdagirî liser girîngiya dîtina kar û herwiha bêkariya ku Swêd lixwe girtiye kir û pêşniyarên xwe pêşkêşî endamên kongre kirin. Ji aliyê endamên kongrê ve 1107 pêşniyar di kongra Sosyal-Demokratan de hatin pêşniyarkirin. Pêşniyarek ji aliyê kesayetiyê siyasî yê sosyal demokrat a Swêdê û dostê gelê Kurd Claes Nordmark ve hat kirin, ku di heman demê de di nav sosyal-demokratan de berpirsê tora Kurd û sekreterê komîteya Swêdî ya mafên mirovan e li Tirkiyê, herwiha berpirsê peywendiyên Partiya Sosyal-Demokratên Swêdê ye li Stockholmê. Nordmark daxwaz kir ku tawanên Enfal û tevkujiyên Aşûrî, Kildanî, Yunanî yên Pontî û Romiyan ku wek Seyfo tên binavkirin, ji aliyê Dewleta Osmanî ve di navbera salên 1914-1918an de hatine encamdan, wek tevkujiyan bên naskirin. Di roja dûyem a kongre de, gotûbêj liser pêşniyara Nordmark hat kirin û endamên kongre piştîvaniya xwe bo pêşniyara Nordmark pêşan dan û bi piraniya dengan herdû tevkujî wek jenosaîd hatin pesendkirin. Herçiqasî serkirdayetiya Partiya Sosyal-Demokratên Swêdê xwest pêşniyara Nordmark nekeve dengdanê jî, lê belê kongrê deng neda ku roja 16 adarê, roja kîmyabarankirina Helebce wek roja cîhanî dijî çekên kîmyawî li Swêd û cîhanê bê qebûlkirin, herwiha pêşniyara Nordmark a sazkirina kongreyeke navneteweyî liser Enfal û Seyfo li Swêdê, hat redkirin. Nasandina Enfalan di kongreyeke partiyeke Ewrûpayî de ku çend caran hikmê Swêdê kiriye û niha li parlamenê Swêdê 173 endamên wê hene, ji doza Kurd re serkeftineke mezin e. Di axaftina xwe de, Nordmark behsa vêya kir ku di bihara îsal de, dest bi nivîsandina pêşniyara xwe derbarê Seyfo û Enfalan de kir û piştre pêşanî dû hevalên xwe yên Kurd Şoreş Rehîm û Yilmaz Kerîmo kir, êdî pêşkêşî kongra partiya xwe kir.
No comments:
Post a Comment