Wednesday, November 4, 2009

160 Gund Li Rojavayê Kurdistanê Tên Valakirin


03-11-2009

Besam Mistefa

Rûdaw – Taybet: Bi ser hemû rewşên dijwar ên ku Kurdên Sûriyê ji zêdeyî 40 salan, bi taybetî ji dema hatina Partiya Bees ser desthilatdariya Sûriyê û vir ve dikişînin, van salên dawî hişkî û nehatina baranê li navçeya Cizîrê ku aboriya wê ji sedî 80 zêdetir xwe dispêre çandiniyê, herwiha zêdebûna sitema dewleta Sûriyê dijî Kurdan û domandina yasayên kevin wek çaresernekirina pirsgirêka Serjimêriya Awarte ya sala 1962 û girtina hinek biryarên nû wek Biryara 49 û qedexekirina karkirina Kurdên biyanî yên bê nasname û zêdekirina rêjeya desteserkirina çalakvan û hevwelatiyên Kurd.

Jiber van sedeman Kurdistana Sûriyê dibe dojehek ser rûyê erdê û Kurd bi gênc, keç, malbat û neferan tekane û bi kom bi sed hezaran bar dikin metropolên Sûriyê û bajarên mezin wek Şam a Paytext, Heleb û Humsê bo dîtina kar û peydekirina nan, lê wek Kurd dibêjin: “Jiber baranê diçin ber şirrekê.” Lewre li wan cihên dûr dikevin ber rewşên dijwar, gelek caran nanê rojê peyde nakin û jin û zarokên wan birçî radikevin, û rastî hemû corên te`de û binpêkirinan tên, di konên qetiyayî ku ne barana zivistanê û ne jî germa havînê ji wan dûr dikin de dijîn, herwiha li derdora bajaran rastî gelek pirsgirêkên rojane tên heta gelek ji wan xwe dikujin û dawî li jiyana xwe tînin.

Van salên dawî feqîrî û hejarî li Kurdistana Sûriyê, Navçeya Cizîrê li bakur rojhilatê Sûriyê ku piraniya daniştvanên wê Kurd in zêde dibe. Kurd bi koman ji seranserê navçeya Cizîrê, bajar, bajarok û gundên wê bar dikin û jiyaneke nexweş li dûrî cih û warên xwe derbas dikin. Li gor agahiyên bi destê Rûdawê ketine xelkên Parêzgeha Hesekê 160 gund bicî hîştine û di kampan de li derdora Şam û Heleb û bajarên din ên mezin ên Sûriyê dijîn.

Derbarê zêdebûna diyardeya koçkirina Kurdan ber bi metropolên Sûriyê ve, Endamê Lijneya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed ku tê naskirin wek Ebû Sabir bo Rûdawê ragehand: "Piştî cîbicîkirina biryarên şovînist yên ku di rapora Mihemed Teleb Hilal de hatibûn û pêkanîna Serjimêriya Awarte ya sala 1962an, roj bi roj jiyana miletê Kurd li Sûriyê nexweş dibe. Herwiha rêjîma Sûriyê sitema xwe li dijî Kurdan meşand heta biryara 49an derxist a taybet bi navçeyên Kurdnişîn ku jiyana aborî li wan navçeyan felc kir û xwezayê jî alîkariya rejîmê kir jiber navçeya Cizîrê, Efrîn û Kobanê navçeyên çandinî ne loma ev bûn sedem Kurd bar bikin metrpoplên Sûriyê."

Yek ji sedemên koçberiya daniştvanên Parêzgeha Hesekê berbi metropolên Sûriyê hişkesalî û nehatina baranê herwiha nakokiyên herêmî yên nehênî û çaverêkirî bo kontrolkirina çavkaniyên avê. Sala 2007 û 2008an pêla zuhayî û hişkiyê derbeyek dijwar li navçeyên çandinî û gundên seranserê Sûriyê xist nemaze navçeyên Kurdnişîn. Li gor raporên navdewletî 160 gund li bakur rojhilatê Sûriyê ji daniştvanên xwe vala mane.

Ebû Sabir behsa koçkirina Kurdan a vê dawiyê bo metropolên Sûriyê dike û wiha dibêje: "Xelkên me neçar diman herin derdorên bajarên Sûriyê yên mezin nemaze van salên dawî, Cizîrê ji xelkên xwe tê valakirin. Helbet em nizanin jimara wan bi hûrî çiqas e jiber rêjim nahêle tu kes îstatîkan çê bike, lê diyar e niha li Şam, Heleb, Hums, Hema û heta Dêra Zorê jî taxên tevahî yên Kurdan çê bûne û di konan de dijîn di rewşên herî xirab de."

Herwiha derbarê helwesta tevgera Kurdî li Sûriyê ji vê diyardeyê û rewşa koçberan a nexweş, navbirî daxwiyand: "Tevgera Kurdî xemsar e û tu helwesteke erênî di vî warî de nîşan nedaye. Jiyana koçberan pir dijwar e û karên herî erzan û ne baş dikin wek boyaxtî, karên rojane û xizmetkariya nav malan. Tevgera Kurdî bê deng e beramber rewşa zehmet a koçberan ku roj bi roj perîşan, tazî û bêkar dibin. Divê tevger bixeibte û bi kêmanî raya giştî ya cîhanê û saziyên navdewletî bi pirsgirêka koçberan agahdar bike."

Koçbarkirî Jiyaneke Dijwar Derbas Dikin

Piraniya koçberên Hesekê li derdora Şamê di kampan de dijîn. Gelek ji wan li baxçeyên Xût a Şamê û navçeya Dûma dimînin. Li gor agahiyan li derodra Şamê û Gundên wê nêzîka 100 hezar hevwelatî dijîn, bi taybetî li navçeya Dûma. Her malbatek di konekî de dijî û zarokên malbatan di baxçeyan de bi nirxên pir erzan ji neçarî kar dikin. Hikûmeta Sûriyê elektrîkê nade penaberan bi hinceta ew pereyên elektrîkê nadin û bi awayên ne fermî û dijî yasayê dijîn.

Di kampên penaberan de, Kurd rastî gelek pirsgirêkên civakî tên, kamp dibin wargehên amade bo derketina hemû corên nexweşî û pirsgirêkên civakî. Yek ji van pirsgirêkan destdirêjiyên ser jin û keçên penaberan e. Keç û jinên ku di zevî û baxçeyan de kar dikin rastî destdirêjiya cotkar û xwediyên zeviyan tên, û piştre di gelek rewşan de ev dibe destpêka karkirina keçên ku rastî destdirêjiyan tên di warê leşfiroşiyê de. Berî demekê cotkarekî ji Dûma kotekî li keçekê kir û piştî desttêwerdana polîs û navbijêvan tawanbar 75 hezar lîreyên Sûrî dan malbata keçikê û keçkê berê xwe da karkirinê di warê laşfiroşiyê de. Her êvar liser kolana giştî radiweste li benda otombîlan. Herwiha dizî û kuştin jî li nav kampan û derdora wan belav dibe.

Wekî din jî, penaber ku çi kar bê pêşiya wan û bi çi nirxekî be qebûl dikin, te`dê li xelkê deverê dikin û qîmeta kar kêm dikin. Wek mînak hoste li Sûriyê nêzîka 1000 lîreyan distînin û berdestkên wan yanî karkerên karên rojane nêzîka 600 l.s. Lê penaberekî Kurd ji navçeya Cizîrê bi 200 lîreyan kar dike her roj ger ne kêmtir be û bi vî awayî bazara kar tê şikandin.

Rolê hikûmetê pir xirab e di dirustbûna vê diyardeyê de nemaze piştî hikûmeta Sûriyê biryara 49 roja 10.09.2008 derxist û di encama wê de jiyana aborî li navçeyên Kurdnişîn rastî felcbûnê hat. Herwiha hikûmetê li wan navçeyan nirxê sotemeniyê zêde kir û çandina genim qedexe kir û cotkar li jêr desthilata bazirganan hîşt, herwiha wek tê zanîn navçeya Cizîrê ya Kurdnişîn ji çend salan rastî hişkiyê bûye li gel tunebûna projeyên pêşdebirina navçeyê û paşguhxistina wê ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve. Loma gênecên Kurd tu riyan li pêşiya xwe nabînin ji xeynî ku herin bajêrên mezin nemaze Şam û Heleb, û hinek raporên din jî dibêjin ku ji jimara 3 milyon Kurdan li Sûriyê nêzîka 1 milyonan li Şam û derdora wê dijîn.

Di vî warî de biryareke din ku jiyana penaberên Kurd li metropolên Sûriyê dike wek dojeheke rastî biryara Hikûmeta Sûriyê ya vê dawiyê bû ku hêzên ewlekariya Sûriyê karsaz û xwediyên resturant û dikan û fabrîqeyan agahdar dikin ku tu kesê bê nasname li ba xwe nexibitînin û ger bixebitînin dê bo şeş mehan bên desteserkirin li gel texrîmkirina wan bi nêzîka 100 hezar lîreyên Sûrî.


No comments:

Post a Comment