Thursday, November 5, 2009

Dîsa cerdevan dîsa kuştin


Nivîskar Tsiatsan Dîrok: PêncŞem, 05. Mijdar 2009
löjl
güncel Li navçeya Erxanî ya Amedê cerdevanan êrîşî wesayitekê kirin û di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate diyar kirin ku ji ber jinên hev berdane bûyer pêk hatiye. Cerdevanan bi cekên ji dewletê girtinin ve înfazan pêk tinîn. Beriya niha ji li navçeya Şermexê ya Mêrdînê jî cerdevanan ser dawwetekê girtibûn û 44 welatî înfaz kiribûn.

Hate zanîn ku li navçeya Erxanî ya Amedê di ketina navçeyê de cerdevanên gundê Yolbulan Îsmaîl Akyol û kurê wî Abbas Akyol, bi çekên lûledirêj êrîşî wesayita plakeya wê 21 EU 070 ku ajokariya wê Cerdevan Necmetîn Aras dikir, kirin. Di encama êrîşê de kesên bi navê Necmettîn Aras, Suleyman, Şevki û Zeynep Aras jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 4 kesan rakirin Nexweşxanya Dewletê ya Erxanî. Midûriyeta Polisan a Erxanî Cerdevan Abbas û Îsmaîl Akyol kirin binçavan. Hate zanîn ku êrîş ji ber jinên hev berdane pêk hatiye.

Cerdevanan pir caran ji ber pirsgirêkên xwe yên şahsî cekên dewletê dane wan bi kartînin û welatiyên bê guneh înfaz dikin. Li Erxaniyê jî 4 welatiyê bê guneh hatin înfaz kirin.

No comments:

Post a Comment