| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: PêncŞem, 05. Mijdar 2009 |
Dozger û dadgerên ku derbarê pirtûkan de biryara "Berhevkirinê" didin, vê carê jî li Sêrtê 3 pirtûkên ku 6 sal berê Wezareta Çandê destûr û bandrol dabû, biryara berhevkirinê da. Pirtûkên Nivîskar Cemal Şerîk a "Li ser Nûbûnê û Guhertinê", pirtûka Eyup Demîr a "Kurdên qanûnî" û pirtûka Osman Ozçelîk, ya "Kûlilkên Qeşayê" ku li weşanxaneya tevnê ve hatibûn çapkirin û ji aliyê Dozgerê Çapameniyê ve tu unsurê sûç têde nehatin dîtin û hatibûn erêkirin; ji aliyê Dadgeha Sulh Cezayê biryara berhevkirinê hate dayîn.
Bi lez biryara berhevkirina 3 pirtûkan derket
Polîsan di serdagirtina Şaxa TUHAD-DER'ê ya di 27'ê cotmehê de, pirtûka Cemal Şerîk a "Li ser Nûbûnê û Guhertinê" pirtûka Eyup Demîr "Kurdên qanûnî" û pirtûka Osman Ozçelîk, a "Kûlilkên Qeşayê" ku ji aliyê weşanxaneya tevn ve hatibû çapkirin desteserkirin. Polîsan 3 pirtûkên ku birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê, piştî lêkolîna 2 rajan, raporek "Di nav de nivîsên metha xebatên tevgerê hene" amadekir û ji Serdozgerê Sêrtê re şand. Dozgerê ku rapora polîsan girt, rapor erê kir û derbarê 3 pirtûkan de bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" dosya şand Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê. Di doza ku di 29'ê cotmehê de hate dîtin de dozger bi hînceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" derbarê 3 pirtûkan de birayar berhevkirinê da.
Di girtînameya ku biryara girtinê ji weşanxaneyan re hatiye şandin de, tê destnîşan kirin ku polîsan di 27'ê cotmehê de avêtine ser TUHAD-DER'ê û biryara dadgehê ya berhevkirinê jî wekî 19'ê cotmehê nîşan dane. Li gorî girtînameyê beriya pirtûk di serdagirtinê de bên desteserkirin bi 8 rajan, biryara berhevkirina pirtûkan dane.
Xwediyê Weşanxaneya Tevnê Mehdî Tanrikulu jî, nerazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kir ku li herêmê zagan cûda tên bi karanîn û got, biryar derzogoniy e. Tunrikulu, destnîşan kir ku pirtûk ji aliyê Wezarata Çandê ve hatine erê kirin û bandol dane. Tanrikulu, anî ziman ku wî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daye û dê îtîraza biryarê bike.
No comments:
Post a Comment