HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Meseleya Kerkûkê bi salan e ji ber zextên dewleta Tirk û hewlên Ereban nedihat çareser kirin. Ser de jî ji ber lawaziya xebatên rêvebirya Kurdistanê Kurd ketin rewşeke xirabtir û êdî Neteweyên Yekbûyî û Emerîka jî li cem Tirk û Erebena cîh digrin. NY tehdîtê li Kurdan kir Kurdan pêşinyara evê dawîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di bareya pirsa hilbijartinên Kerkûkê de jî qebûl nekirin. Li ser evê mijarê, endamê parliyamenta Iraqê Samî Etrûşî yê ser bi Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê veda xuyakir ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî pestanan (zextan) dixe ser lîsta hevpeymanîya kurdistanî û Yekgirtûya Islamîya Kurdistanî û weha jî gotiye, ku heger ew bi pêşinyarên wan razî nebin.
Samî Etrûşî got: Berpirsên Neteweyên Yekbûyî gotin, ku ger kurd bi pêşinyarên wan razî nebin, ew dê daxuyannameyekê belav bikin û tê de bibêjin, ku li paşxistina hilbijartinan di stûyê Kurdan de ye û kurd nahêlin ev hilbijartin bihên encamdan.Me jî ji berpirsên Neteweyên Yekgirtî re got, em her ji destpêkê ve bi pêşinyara Neteweyên Yekbûyî razî bûne, belê hinekên din qebûl nekirine.. ew pestana ku niha Neteweyên Yekbûyî li kurd dike, li Ereb û Turkmanan nake.
Samî Etrûşî weha jî got: pêşinyara evê dawîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi ti awayî nahê qebûlkirin.. Ji ber ku NY taybetmendîyek daye bajêrê Kerkûkê tenê.. li hinek parêzgehên dinên Iraqê jî, tomara dengderan ji %80 hatiye guherandin.
Samî Etrûşî di derbarê NY û Ereb û Turkmanan de jî got: çima NY kursîyên zêdetir pêşkêşî Ereb û Turkmanan dike û çima nade Kurdan jî.. NY ji bîr kiriye ku sitem û zordarî li Kurd jî hatiye kirin û ji bajêrê xwe kerkûkê hatiye derxistin û awarekirin.
Samî Etrûşî got: ev pestanên ku NY li kurd dike ne dadwerane ne.. ji ber evê çendê jî, em bi ti awayî ji hilwestê xwe peşêman nabin.. hilwestê me jî, girêdayî destûra herdemîya Iraqa federal e.
Samî Etrûşda dîyarkirin, ku hingî ev pêşinyar pirr bûne, êdî çare winda bûye û ev çend hefte ne, ku gengeşe dihên kirin û ti encam nîne.Samî Etrûşî got: hemû guft û goyên ku heta niha di evê bareyê de hatine kirin, bê encam bûne.. ji ber ku ev pirsa han jî dirêj bûye, karên parliyamentê nîvce mane û gelek kar jî her nahên kirin. Dewleta Tirk bi avayekî resmî tevlî hewlên dijî Kurdan bû Piştî ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî gef li kurdan kir, îro jî Turkiye bi awayekî fermî derbasî nava pirsa Kerkûkê bû. Endamê komîteya qanûnîya perlementoya Iraqê Ehmed Enwer, diyar kir ku komîteya qanûnîya parliyamentê îro kombûnek saz kir, da ku pirsa Kerkûkê û qanûna hilbijartinan bihên çareserkirin û weha jî da zanîn, ku balyozê dewleta Tirk bi awayekî fermî beşdarî di vê civînê de kir.
Ehmed Enwer weha jî da dîyarkirin, ku balyozê dewleta Tirkyê li Iraqê ragihandiye, ku ew di derbarê pirsa qanûna hilbijartinan de ne alîgir in, belê ew daxwazê dikin, ku hemû alî bigihêjin rêkevtinekê û çareyeka guncayî, da ku rewşa siyasîya Iraqê aloztir nebe.
Doh jî Neteweyên Yekbûyî ji kurda re got, ku heger ew heta vê pêncşembê bi pêşinyarên Neteweyên Yekbûyî razî nebin, ew dê daxuyannameyekê belav bikin û dê tê de bidin nîşandan, ku kurd keleman dixin pêşîya encamdana hilbijartinan de û kurd alozîyan çê dikin.
Çend alîyên siyasî jî dan xuyakirin, ku ev karê dewleta Tirkdestwerdan e û di nava kar û barên navxweyîyên Iraqê de dihê kirin. Ev alîyên han weha jî dibêjin, ku dewleta Tirkdixwaze bi vê hewla xwe, hevsengîyên siyasîyên nava Iraqê biguherîne. ANALÎZ / HAWAR NET: Pêk anîna referandûmê di xeterê de ye
Referandûma Kerkûkê ji ber zextên dewleta tirk û ji ber qlsiya xebat û dîplomasiya Kurdan pêk hat. Niha desthilatdariya Kurdistana azad bo pêkanîna mdeye 140 û careke din paş ve nexistina wê di nava hewldanên dîplomasiyêde ne.
Dewleta Emerîka her çiqas bi rêvebiriya Kurdistana azad wek "hevpeyman" dixuye jî wek tê zanîn di polîtîkayê de dostanîya bêdawî nîne. Kî hêza xwe baştir nîşan bide,kî dîplomasîyeke xurt û bê navber bimeşîne,kî bo pêşarojê çerçoveyeke zelal, rûniştî stratejîk derxîne holê ev qezenc dike.
Lê divê Kurd di meseleya Kerkûkê de biisrar bin.Paşvexistina referandûma Kerkûkê tê maneya paşvexistina pêşketina gelê Kurd û ev paşvexistin dibe ku Kerkûkê bi temamî ji Kurdistanî bûyinê dûr bixe. Divê ev jî bibe politikaya Kurdan. Ger Emerîka û hêzên din bi qerariya Kurdan bimînin wê neçar bin ku ji encama rewşê razî bin. (HAWAR NET.com / PNA / ajansan) © HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment