|
QENDÎL, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayılan got,”Rawestandina operasyonan û diyaloga navbera hukumet û nûnerên kurd ‘du şertên bingehîn ên aştiyê’ ne.”
Karayılan Ajansa Nûçeyan ya Fransayê (AFP) re axivî û got, “Niyeta AK Partî yê çareserkirina pirsgirêka kurd tune ye” û bûyerê wek “lîstika şanoyê” nirxand. Karayılan got, ger AK Partî aşitiyê bixwaze di nava rojek de hemû çêk dê bêdeng bin û “Tenê tiştên ku dikin, xapandina gelê kurd û raya giştiya navneteweyî ye.”
Karayılan got, xetên sorên Tirkiyeyê, di Makezagonê de bicih kirina nasnameya kurd, domandina rewşa girtina Ocalanê û domandina operasyonan e. Karayılan şertên bingehin ên vekirina riya aştî jî wiha eşkere kirin:
“Divê pevçûn derhal bêne rawestandin û di navbera hikumeta û nûnerên kurd de diyalog bête destpêkirin.
Karayılan got, ger tê xwestin ku diyalog bête çêkirin, dibe ku bi Abdullah Öcalan re be, ger ev neyê qebûlkirin bila bi wan re bête çêkirin. Ger ew jî nayê qebûlkirin bila bi nûnerên resmî ku ji hêla gelê kurd ve hatine bijartina û niha li Parlamentoya Tirkiyeyê de ne, bi DTP’ê re hevdîtin bête çêkirin.
© HAWAR NET 2009

No comments:
Post a Comment