Monday, November 9, 2009

Li Bamernê Tevgera leşkerî

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 09. Mijdar 2009
löjl
güncel Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê, bi mebesta tevgereke leşkerî li navendên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê dest bi amadekariyên leşkerî kiriye. Di vê çarçovê de çekên giran û alav û wesayîtên leşkerî di ser navçeya Zaxo re derbasî Bamernê kiriye.
Li gor çavkaniyên herêmî ji navçeya Zaxo di hefteya yekem ya Cotmehê de, 35 wesayîtên ku di nav wan de barhilgir, 6 tanq, alavên din yên leşkerî û 3 dozer di nava Zaxo re derbasî navçeya Bamernê bûne. Tê gotin ku di wesayîtên barhilgir de, çekên giran yên weke obûs û topên giran jî hene. Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku hatina van wesayîtên leşkerî û çêkirinê rê, amadekariyên operasyonêke li ser Başûrê Kurdistanê ne. Ev yek jî gelê navçeyê dixe nav fikaran.

Hêjayî gotinê ye, ev tevgera leşkerî ya li navçeya Bamernê, di demekê de ye ku trafîka hevdîtinan ya di navbera rayedarên Iraqê û dewleta Tirkiyê de gihiştiye asta herî bilind. Di derbarê van hevdîtina de, rayedarên Tirkiyê destnîşan kiribûn ku di mijara têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi hikumeta El Malîkî û rêveberiya Başûr re li hev kirin e û wê piştgiriyê bidin wan.

No comments:

Post a Comment