Monday, November 9, 2009

Dewlet temaşe dike cerdevan dikujin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 09. Mijdar 2009
löjl
güncel Pergala cerdevaniyê û çekên dewletê belav kirîn her roj dibin sedema komkujiyek din. Herî dawî li Elbaka Wanê di encama bikar anîna çekên cerdevanan de 4 kesan jiyana xweji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Cerdevanên hejmara wan digihe 80 hezaran û wekî 'Artêşa sûc' tê nirxandin ji dizî, hîzî, tecawîz, tacîz, kuştina mirovan, birînar kirin, şewitandin û valakirina gundan heta karê eroîn û şelandinê hemû sûcên heyîn dikin. Kuştinên bi çekên dewletê tên kirin jî nayên pirsiyarkirin.

Piştî PKK'ê di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest bi têkoşîna çekdarî kir, dewletê bi armanca astengkirina têkoşîna PKK'ê di 26'ê adara 1985'an de pergala cerdevaniyê ya bingeha xwe ji Alayên Hemîdiyeyê digire xiste dewreyê. Dewlat hemû piştgiriyên pêwist dan cerdevanan, tu caran sûcên wan pirsiyar nekirin. Cerdevanên hejmara wan digihe 80 hezaran û ji piştgiriya dewletê hêz dikirin, her roj komkujiyek din dikin. Ligel ku hikûmet û Serfermandariya Giştî gelek caran daxuyandine cerdevan beşdarî bi hezaran bûyerên sûc bûne jî heta niha nehatine darizandin. Pergala cerdevaniyê ku ji hêla komeleyên civakî yên li bajarên kurdan û gelê kurd ve tê xwestin bê rakirin, bi komkujiya Gundê Zanqirtê yê li Navçeya Şemrexa Mêrdînê bûyî sedema mirina 44 kesên 7'ê wan zarok, cadin hate rojevê. Cerdevanên bi salan e bûyerên wekî kuştin, revandina jinan, tecawîz, tacîz, gasp, valakirin û şewitantina gundan, birîndarkirina mirovan, rê birîn, dizî, hîzî, eroîn û gelek sûcên din bi çekên dewletê dikin, çekên xwe hem li dijî sivîlan hem jî li dijî hev bikar tînin.

Piştî komkujiya Gundê Zanqirtê 23 kesan jiyana xwe ji dest da

Ligel ku bi çekên dewletê cerdevanan li Gundê Zanqirtê 44 kes qetil kirin jî hikûmeta AKP'ê ji bo hildana 10 hezar cerdevanên din kete nvhewildanê. 4 roj berî niha li Navçeya Erxena Amedê di encama êrîşa cerdevanên bi navê Abbas Akyol û Îsmalîl Akyol, Necmettîn, Suleyman, Şevkî û Zeynep jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya herî dawî ji Elbakê hat. Li Mezraya Nehlecewaza Gundê Xaşkana Elbakê di dahwetekê de pevçûn derket. Di pevçûna çekên dewletê cardin derketin ser dikê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Çekên bêyî rêbaz li cerdevanan hatine belav kirin, her roj dibin sedema komkujiyek din. Kuştinên dewlet temaşe dikin, piştî Komkujiya Zanqirtê derket 23 kesan.

Sûcek tev lê nebûyîn nemaye

Li gorî daneyên ÎHD'ê ji salên 1990'an heta niha dizî, hîzî, tecawîz, tacîz, kuştina mirovan, birînar kirin, şewitandin û valakirina gundan heta karê eroîn û şelandinê hemû sûcên heyîn di nav kirinên cerdevanan de hene. Li gorî daneyan di navbera 1990-2009'an de cerdevanan 28 gund şewitandine, 14 gund vala kirine, 12 bûyerên tecawîz û tacîzê, 22 revandin, 294 êrîşên çekdarî, 183 kuştin, 259 birîndar kirin, 2 windakirin, 50 înfaz, 70 gasp, 562 muameleya xirab û îşkence, 59 binçavkirin, 9 înfaz, 17 şewitandinên daristanan û gelek sûcên din kirine. Li gorî daneyan heta niha gelek sûcên cerdevanan jî nehatine tespît kirin. Li gorî daneyan heta 2003'yan 2 hezar 376 cerdevan tev li sûc bûne û yek ji wan nehatiye darizandin. Her wiha li gorî rapora Serfermandariya Giştî ya 2004'an jî 4 hezar 821 cerdevan tev li sûc bûne. Wezîrê Karên Hundir ê demê di rapora 2005'an aşkera kirî de daxuyandibû ku 4 hezar 972 cerdevan tev li sûcan bûne.

Bûyerên piştî Komkujiya Zanqirtê hatine tespît kirin wiha ne:

*1'ê hezîranê li Navçeya Serêkaniya Rihayê di encama pevûna di navbera du eşîran derketî de çekên dewletê hatin bikar anîn û 3 cerdevan mirin.

* Li Gundê Kaşikçi yê Navçeya Hezexa Şirnexê cerdevanê 55 salî Şevkî Kartal, hevsera xwe Şukruye Kartal û kurê xwe Mehmet Alî Kartalê 17 salî bi çeka cerdevaniyê kuştin û întîhar kir.

* Li Gundê Derkfana Kercewsê cerdevanê teqawît AbdulkerîmOrak, Menîce Orak û Osman Orak (76) qetil kirin.

* Cerdevan Nîhat Barak dema bi çeka xwe ya cerdevahiyê dilîst xwe birînar kir. Barak li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

* Li Gundê Pagexnê keça bi navê O. E. ya 24 salî bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwe kuşt.

* Li Gundê Akçasira Navçeya Pasûra Amedê M.Y.'yê (10) bi çeka bavê xwe lîst, bi çeka bavê xwe yê cerdevan H. Y'ya 13 salî kuşt.

* Li Mezraya Seaka Gundê Kaçît a Navçeya Şaxê di navbera du birayan de şer derket. Tahsîn Semo birê xwe Mustafa Semo bi çeka xwe ya cerdevaniyê kuşt.

* Di 25'ê nîsana 2009'an de li Gundê Zoxbirina Navçeya Hezroyê Nefis Orakçî yê 19 salî ji hêla cerdevanan ve dema pezê xwe diçêrand hate qetilkirin.

* Li Navçeya Erxena Amedê Abbas û Îsmaîl Akyol bi çekên xwe yên cerdevaniyê, Necmettîn, Suleyman, Şevkî û Zeynep Aras qetil kirin.

* Di 8'ê mijdara 2009'an de li Mezraya Nehlecewaza Xaşkana Elbakê di dahwetekê de pevçûn derket. Di pevçûna çekên dewletê hatin bikar anîn de 4 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

No comments:

Post a Comment